Gever a dagirkirî di bin deynan de hatiye hiştin

Di ser desteserkirina Şaredariya Geverê re 2 sal derbas bûn. Di nava van 2 salan de 3 qeyûman şaredarî talan kirin û bi 1 milyar û 87 milyon TL'î deyndar kirin.

Hevserokê HDP'ê yê Geverê Şoreş Dîrî diyar kir ku qeyûman ji aliyê madî û manewî ve xisareke mezin dane Şaredariya Geverê û got, kesên ku deng dane AKP'ê jî ji vê yekê gilî û gazinan dikin.

Di ser desteserkirina Şaredariya navçeya Geverê ya Colemêrgê re 2 sal derbas bûn û 3 qeyûm lê hatin guhertin.

Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Geverê Şoreş Dîrî ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir ku xisara rejîma qeyûm li bajêr kiriye gelekî mezin e.

Şoreş Dîrî anî ziman ku wan têkildarî vê mijarê rapor bi Navenda Giştî ya HDP'ê re parve kirine û got, "Di vê mijarê de Hevşaredarê me Îrfan Sari rapor amade kir, her wiha parlamenterê bajarê me Saît Dede jî pêşnûme pirs amade kir û mijar xist rojeva meclîsê."

ŞAREDARÎ BI 1 MILYAR Û 87 MILYON TL'Î DEYNDAR KIRINE

Şoreş Dîrî destnîşan kir ku rejîma qeyûm di asteke metirsîdar de xisara civakî, siyasî û aborî li Şaredariya Geverê kiriye û diyar kir ku şaredarî, lewma jî xelkê Geverê (heta Gulana 2021'ê) bi 1 milyar û 87 milyon TL'î deyndar kiriye.

Şoreş Dîrî got, "Em ê ti carî destûrê nedin ku ev deynê metirsîdar li ser xelkê Geverê bê hiştin. Em dibînin ku ev sîstema kolonyalîst a ku aborî talan kiriye, şaredariya me talan û wêran kiriye, îpotek daniye ser 20 salên paşeroja bajarê me û li Îlbankê deyn standiye. Tevî vê yekê li hemû beşên şaredariyê qeyûm hatin danîn. 12 beşên şaredariya me bi kesekî tenê ve hatin girêdan. Piştre jî ev kes kirin alîkarê qeyûm. Di nava 2 salan de 3 qeyûm hatin guhertin. Şêniyên bajêr hemû zane ku ev guhertin ji ber şerê rantê yê li nava AKP'ê ye. Di nava AKP'ê de şerê rant û berjewendiyan bi rengekî eşkere tê kirin. Her ku pasta biçûk bû şerê navbera aliyên rantê jî mezin bû. Ji ber vê yekê qeyûmên ji Geverê re têne şandin, hînê mala xwe bi cih nakin ji bajêr diçin."

WESAYITÊN ŞAREDARIYÊ DI XIZMETA DEWLETÊ DE NE

Şoreş Dîrî ragihand ku wesayitên şaredariyê jî di xizmeta hêzên dewletê de têne bikaranîn û got, "Di heman demê de dema ku burokratek tê Geverê, li şûna qeymeqamtiyê, wesait û xebatkarên şaredsariyê wî pêşwazî dike û ev yek jî deynê şaredariyê girantir dike. Şaredarî mîna avahiya AKP'ê ya duyemîn tê bikaranîn. Qeyûm êdî bûye parçeyek ji karên AKP'ê."

YÊN KU DENG DANE AKP'Ê JÎ GILÎ Û GAZINAN DIKIN

Şoreş Dîrî anî ziman ku xelkê Geverê şahidiyê ji zerarên qeyûm dike û got, "Şêniyên Geverê ku deng dabin kîjan partiyê jî herî kêm carekê gilî û gazin kirine. Di vê mijarê de mirovên AKP'î jî tên li gel me gilî û gazinan dikin."

EM Ê BAJARÊ XWE RADESTÎ WAN NEKIN

Şoreş Dîrî destnîşan kir ku wê bajarê xwe radestî komek ji kompradoran neke û di hilbijartina bê de wê şaredariyê jinûve bixin bin xizmeta gel û got, "Dema ku me şaredariya xwe ji rejîma qeyûm stand em ê nelrêtiya qeyûman ji bajêr û tevahiya cîhanê re ragihînin. Piştre jî di asta neteweyî û navneteweyî de bikevin nava hewldanan. Em ê hesab ji yên ku bajarê me şêlandin re bipirsin. Ji bo vê jî em bi dil û can dixebitin, têdikoşin."