Gerîlayên Pêngava Cenga Xabûrê: Serketin ya me ye

Gerîlayên li Herêma Heftanîn a Herêmên Parastina Medyayê di Pêngava Cenga Xabûrê de cih digirin, anî ziman ku bi rêbaza gerîlayên nûjen derbên giran li dagirkeran didin û serketin wê ya wan be.

Berxwedana gerîlayên Tevgera Azadiya ya li dijî operasyona dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li herêmên Metîna, Zap û Avaşîn ên Herêmên Parastinê yên Medyayê di çarçoveya Pêngava Bazên Zagrosan û Pêngava Cenga Xabûrê de dewam dike.

Ji Gerîlayên Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûr Rojevîn Rotînda beriya ku bikeve eniya şer ANF’ê re axivî û bal kişand ser amadekariyên hêzên gêrîla û helwesta wan ji êrîşên dagirkeriyê.

Gerîla Rotînda qala bexwedana li herêmê tê kirin, kir û got: “Li Qada me pêngava şoreşgerî ya Cenga Xabûrê hatiye despêkirin. Ji xwe ev zêdetirî saleke li seranserî qadên Heftanîn û Metîna şerekî giran tê bi rêve birin. Niha jî ev pêngav di serî de bi saya berxwedana hevrêyên me li girên Zendûra, Derarê û Kordînê geş bûye. Ev Ceng bi taybet ji bo tolhildana hevrêyên me yên şehîd ku di çarçoveya pêngava şoreşgerî de şehîd bûne hatiye despêkirin û wê ji bo êrîşên dagirkeriyê bersivekî pir mezin be. Dewleta dagirker li Garê şikest vê carê êrîşên xwe anî ser bi Metîna. Em weke hêzên HPG û YJA Star ê em ê dijminê xwe li vir tine bikin û darbên giran li wan bidin. Armancê me jî ew e ku em ê dewleta dagirker li Metîna bişkînin û êrîşên wan vala derbixin."

Gerîla Azad Tîrêj jî ku beşdarî Cenga Xabûrê bûye dest nîşan kir ku wê bi şêwazê gerîlayê nûjen dagirkeran têk bibin û serkeftinê bi dest bixin. Gerîla Tîrêj got: "Ev çend rojin artêşa dewleta tirk a dagirker êrîşên xwe bi ser herema Metîna pêk tîne. Gelek caran hew lda ku leşkerên xwe dane qadê lê rastî birsivê hevrêyên me û berxwedaniya wan hat.

Amadekariyên me yên çalakiyên sabotajê hatibûn kirin. Gava dijmin ketin herêmê bi çalakiyên sabotajê me wan dan û encamên erênî hatin girtin. Ev mijar di nav hêzên dagirker de tirsekî mezin avakiriye. Leşkerên dagirker ji bo ku li dijî gerîla nekevin şer bi zanebûn xwe birîndar dikin. Em gerîla di tarzê xwe yên nûjen de her roj xwe kûr dikin û bi vî tarzî darbên giran li dagirkeran dixin. Ev ji bo me serkeftineke. Ji ber wê em ê bi saya vî tarzî darbên tundtir li dagirkeran bixin û em ê bikin tarzê serkeftinê. Ji tevahî hevrêyan re serkeftinê dixwazim. Serkeftin ya me ye.”