Gerîlayên YJA Starê: Li Efrînê Erdogan û netewe dewlet têk diçin

Gerîlayên YJA Starê gotin, "Berxwedana li Efrînê tê kirin ruhê demê diyar kiriye."

Gerîlayên YJA Starê, li ser Berxwedana Serdemê ya li Efrînê ku  mehek li pey xwe hişt, ji ANF'ê re axivîn.

'RUHÊ APOGERÎ LI EFRÎNÊ ŞER DIKE'

Gerîlaya YJA Starê Berwelat Ronahî berxwedana li Efrînê silav kir û got, "Hêzên parastinê yên ku di çeperan de şer dikin bi ruhê xwe yê cangorî û bi îrade tevlî têkoşînê dibin. Hêzên parastinê ruhê xwe yê tekoşînê ji fikir û ramanên Rêber Apo digirin. Bêguman ev nirxên ku di hêla gelê Kurd û tevahî gelan ve tê avakirin encama ked û nirxên Rêber Apo ye. YPG- YPJ  xwe bi fikir û ramanên Rêber Apo perwerde dikin."

Berwelat ji bo çalakiya ku Avesta Xabûr li dar xist got, "Çalakiya ku hevrê Avesta Xabûr li dar xist jî helwesta kesayetiya jina azad diyar kir. Ev ruhê Apogerî ye. Wekî din, yekîtî û hevgirtina di nava gelan de der dibe, bersiva herî baş a li komploya navdewletî ye."

Gerîla Berwelat di dawiya axaftina xwe de got, "Berxwedan û têkoşîna ku li Rojava û li her devera Kurdistanê tê kirin wê bersivdayînek dîrokî be ji bo Erdogan û alîgirên wî. Serokatî li Rojavayê Kurdistanê bîst sal kedeke giranbuha da. Gelê me jî xwe bi vê kedê, bi vê zanebûnê ji nû ve afirand. Ji ber vê yekê wê ti hêz nikaribe bi vî ruhî û zanebûnê. Em pê bawer in ku berdêl çi dibe bila bibe, wê ev ruhê berxwedan û têkoşînê bi ser bikev.e"

'WÊ EV ŞOREŞ, ERDOGAN Û HEMÛ ALÎGIRÊN WÎ TÊK BIBE'

Bêrîtan Çiya jî diyar kir ku berxwedan û têkoşîna li Efrînê hêz û hêviya serketinê misoger dike û got, "Bêguman niha li Efrînê şerekî rewa tê kirin. Li dijî dagirkeriyê û talankirinê xweparastin mafê herî pîroz e. Ji ber vê yekê berxwedana tê kirin, berxwedaneke gelekî pîroz e."

Ji bo çalakiya Avesta Xabûr jî got, Çalakiya fedaî ya ku hevrê Avesta Xabur kir, em gelek pîroz dibînin û vê yekê bandorke mezin li neyaran kir. Hişt ku neyar bişikê û tevahî planên wan li ber avê biçin. Ev çalakiya heval Avesta ji bo dagirkeran bû ezmûnek ji bo ku werin xwe radestê hêzên YPG- YPJ bikin. Tevî ku tevahî amûrên xwe yên teknîkî jî bikaranî lê nekarî li hember vîn, bawerî û berxwedana hêzên YPG, YPJ û QSD şer bike. Bila Erdogan baş bizane ku çawa ku li Kobanê li bin ket wê li Efrînê jî li bin bikeve û ev şoreşa Efrînê şoreşa gelan û Rojahilata Navîn e. Erdogan digot 'ez ê sê rojan Efrînê tine bikim'. Lê gelê Efrînê bersivek dîrokî da Erdogan û hesabên wî xera kir. Wê ev şoreş Erdogan û tevahî alîgirên wî têk bibe û bibe dawiya wan. Çawa ku tê gotin şoreşa Rojava ya jinê ye wê berxwedana jinê vê desthilatdarî û dagirkeriya li ser Rojava û Rojavayê Bakurê têk bibe."