Gerîlayên YJA Starê: Em ê mîna Garê li ber xwe bidin

Gerîlayên YJA Starê li ser pêngavên gerîla axivîn ku ji bo têkbirina êrişên dagirkeriyê yên li ser Avaşîn, Zap û Metînayê hatine destpêkirin û destnîşan kirin ku wê berxwedana Garê ji xwe re bikin esas.

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser herêmên Avaşîn, Zap û Metînayê û berxwedana dîrokî ya gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê ya li dijî êrişên dagirkeriyê dewam dike. Gerîlayên YJA Starê li ser êrişan û berxwedana tê nîşandan ji ANF'ê re axivîn.

Ji gerîlayên YJA Starê Rojbîn Berfîn Can bal kişand ser berxwedana meha Sibatê ya li Garê û got, "Em; gerîlayên YJA Starê mîna hevalê Şoreş û gerîlayên din ên li Garê li ber xwe dan, em ê li ber xwe bidin. Em ê tunelên şer û teknîkên şer ên modern ku di berxwedana Garê de hate meşandin em ê ji xwe re bikin esas. Ne tenê li Zap, Avaşîn û Metînayê em ê li her qadê li dijî dewleta Tirk a faşîst bi rengekî bi heybet bersivê bidin."

Gerîla Rojbîn Berfîn Can diyar kir ku eger dewleta Tirk şer giran bike ew ê gerîla jî berxwedanê mezin bike û wiha dewam kir: "Em ê xeta berxwedanê ya hevalê Rustem û hevalê Esmer ji xwe re bikin esas ku li Heftanînê bi rêbaza fedayî şehîd bûn. Em ê heta dawiyê li ber we bidin û tola hevalên xwe yên şehîd bûne hilînin."

BANGA 'BÊDENG NEMÎNIN' LI GEL HATE KIRIN

Gerîlaya YJA Starê Rojbîn Berfîn Can ragihand ku dewleta Tirk li hemberî berxwedana gerîla bi her rê û rêbazê êriş dike û got, "Ji ber vê yekê divê gelê me baldar be û li hemberî qewimînan bêdeng nemîne. Dibe ku di destê wan de derfetên teknolojiyê hebin, lê belê em ê jî bidin ser şopa Şoreş û hevalên din ên li Garê bi rêbaza şer ê gerîlayê modern derba mezin li hêzên mêtinger xistin. Em, gerîlayên azadiyê heta azadiya Rêberê xwe em ê berxwedana xwe dewam bikin."

Gerîlaya YJA Starê Viyan Egîd jî diyar kir ku li dijî dagirkeriya li ser xaka Kurdistanê ew ê heta dawiyê li ber xwe bidin û got, "Dewleta Tirk ji bo xwe bigihîne çiyayên Kurdistanê bi her awayî teknolojiyê bi kar tîne. Em jî weke gerîlayên HPG û YJA Starê, bi berxwedana Garê em ê bersiva pêwîst bidin wan. Bi hêza ji Garê wergirtî em ê wan têk bibin."

'EM Ê RÊ NEDIN HÊZA MÊTINGER'

Gerîlaya YJA Starê Serhildan Can jî li ser berxwedanê nêrînên xwe anî ziman û bal kişand ser pêngavên 'Bazên Zagrosê' û 'Cenga Heftanînê' yên gerîla ku li Avaşîn, Zap û Metînayê dane destpêkirin.

Gerîla Serhildan Can ragihand ku ji ber berxwedana Garê Serokkomarê Tirk Erdogan nekariye bigihêje armanca xwe û ev nirxandin kir:

"Fedayiyên Rêber Apo wê rê nedin ku mêtinger bikevin nava Kurdistanê. Em ê li ser şopa hevalên xwe Şoreş, Rojhat û Avareş bin ku bi rêbaza fedayî bersiva pêwîst dan hêzên mêtinger. Fedayiyên Rêber Apo ne tenê li Garê li her devera Kurdistanê ne."