Gerîlayên profesyonel xeyalên dagirkeran hilweşand

Berxwedêrên Cenga Xabûrê diyar kirin ku di sala 2021’an de gerîlayên ku profesyonel bûne xeyalên dagirkeran hilweşandine. Berxwedêran diyar kirin armanca wan azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Gerîlayên HPG û YJA Starê di sala 2021’an de bi tîmên profesyone ku eraziyê baş bi kar tînin, li hemberî artêşa Tirk şerekî mezin kirin.

Dewleta Tirk ligel her cure metodên teknîk û şerê qirêj li hemberî gerîlayan nekarî bi pêş ve biçe û li hinek deran neçar ma vekişe.

Gerîlaya YJA Starê Avaşîn Cûdî û gerîlayê HPG’ê Berxwedan Jiyan ên ku tevlî Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê bûne û 9 meh in li ber xwe didin, diyar dikin ku ew bi berxwedana xwe şerê serfiraziyê didin.

Avaşîn Cûdî: Dewleta Tirk çekên kîmyewî jî tê de gelek çekên qedexe bi kar anî lê li hemberî wan berxwedaneke mezin pêk hat. Ji ber ku di warê taktîk de pisporiyeke me çêbû, em derbên giran li artêşa Tirk dixin. Dewleta Tirk li Metîna û Zendûrayê êriş kir lê hevalên me li Zendûrayê destana berxwedanê nivîsandin. Dewleta Tirk di şer de li gorî tu pîvanan tevnagere. Em jî bi îradeya xwe û girêdayîna bi doza xwe şer dikin. Em bi fikrên Rêber Apo dimeşin. PKK bi çek û bomberdûmanan naqede. Heke em keseke tenê jî bimînin wê doza me bidome. Em ê bi çalakiyên xwe yên xurt tecrîda li ser Rêbertiya xwe bişkînin.  Vî şerî nîşanî me da ku wê pergala faşîst a dewleta Tirk êdî riziyaye. Helwesta gerîla zelal e, wê ev şer bibe şerê serfiraziyê.

Dewleta Tirk  û PDK’ê di sala 2021’an de êrişeke mezin bir ser gerîla. PDK’ê di mehên biharê de êrişî Çarçel û Metînayê kir. Dewleta Tirk jî êrişî Avaşîn û Zapê kir.  Hêzên PDK’ê tevî dewleta Tirk êriş kirin û ev jî diyar dike PDK tevî dewleta Tirk di nav hevkariyê de ye. Dema hatin Çarçelê tevî gelek wesayîtên zirxî hatin. Armanca wan ev bû êrişî gerîlayan bikin.  Me dikaribû bersiveke mezin bidin wan lê gerîla xwest li gorî armanca Rêber Apo tevbigere. Tevgera me gelek caran PDK hişyar kir. PDK’ê gelek caran cihê hevalên me da dewleta Tirk û hevalên me şehîd bûn.

‘ARMANCA ME WÊ AZADIYA RÊBERTÎ BE’

Berxwedan Jiyan: Di vê pêvajoyê de pisporî û branş derketin pêş. Sabotaj, sûîkast, çekên giran pergala dijmin difelişîne.  Gerîla her dem xwe nû dike û teknîka dijmin pûç dike. Bi taybetî sûîkast psîkolojiya dijmin tarûmar dike.

Gerîla di Pêngavên Şoreşger ên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê de êdî profesyonel bûye. Leşkerên ku dixwazin têkevin çeperan ji ber tirsa sûîkasta gerîlayan êdî nikarin serê xwe rakin. Skorsky newêrin nêzî cihê çalakiyê bibin û nedikarîn leşkeran deynin. Ji Zagrosê heta Metînayê psîkolojiya leşkerên Tirk serûbin bûye. Li hemberî taktîkên gerîla nikarin tiştekî bikin. Li Mam Reşo, Zendûra, Girê Sor û Werxelê derbeke giran a dîrokî xwarin. Gerîla pêşiya dagirkirina Başûrê Kurdistanê girt. Dewleta Tirk gava xwe avêt ku derê yan mayînek teqiya yan jî gerîla li wan da.

Xeyala dijmin ev bû di 3,4 mehan de bigihêje Garê lê salek derbas bû nekarî xeyala xwe pêk bîne. Li hinek cihan bi cih bûn lê tîmên me yên taybet ên gerok hene.  Bi tenê 3 gerîlayên profesyonel dikarin leşkerên Tirk bidin sekinandin.

Armanca me azadiya fîzîkî ya Rêbertî ye. Berdêla me çi dibe bila bibe, em ê bi ser bixin. Jixwe dijmin heta astekê têk çûye. Di sala nû de wê gerîla li hemberî dewleta Tirk serkeftineke mezin bi dest bixe. Em ê êrişkariya dijmin qet ji bîr nekin û soza me ev e ku em ê tolê bistînin. Wê serfirazî ya me be.