Gerîlayên li Xakurkê: Em ê komployê û tecrîdê bişkînin!

Gerîlayên HPG û YJA Starê diyar kirin tê xwestin ku komploya 9’ê Cotmehê bi tecrîd û dagirkeriyê were domandin. Gerîlayan diyar kirin ku ew ê komplo û tecrîdê bişkînin.

Gerîlayên HPG û YJA Starê yên ku li Xakurkê li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê şer dikin, bi wesîleya komploya 9’ê Cotmehê fikrên xwe anîn ziman.

‘DAGIRKERÎ BERDEWAMA KOMPLOYÊ YE’

Edessa Efrîn diyar kir ku dagirkeriya Tirk dixwaze dagirkeriya xwe li ser axa Başûr jî bidomîne û got ku, “Ev komplo ne bi tene li ser Rêbertiya me, li ser gelê Kurd û li ser neteweyekê hate pêkanîn. Ji ber vê jî komploya li ser Rêbertiya me, di heman demê de ji bo jiholêrakirina destkeftiyên gelê Kurd e jî. Bi vî awayî hewl didin gelê Kurd bitirsînin. Sedema ku Rêbertiya me ji Sûriyeyê derket û berê xwe da Ewrûpayê ev bû ku karibe doza Kurdan çareser bike. Lê komplo li Ewrûpayê jî hate domandin û aliyê wê yê navneteweyî jî derket holê.

Bi komployê hate xwestin ku hebûna fîzîkî ya Rêbertiya me were bisînorkirin û gelê Kurd jî bi warê giyan de were dîlgirtin. Lê ev tişt wisa pêk nehat. Di warê fîzîkî de dîlbûn  heye lê gelek heye ku bi Rêbertiyê re dijîn. Felsefeya Rêbertiya me hêzê dide gelê Kurd. Gelê Kurd dizane ku tecrîd tê çi wateyê. Têkoşîn û şerê me li dijî tecrîd û komployê bersivek e. Em ê têkoşîna xwe geş bikin û çalakiyên xwe derxînin asta herî jor.”

‘TECRÎD TIRSA WAN DIDE NÎŞANDAN’

Gerîlayê HPG’ê Andok Êrîş jî got, “Komployeke mezin li Rêbertiya me kirin. Em vê komplo û tecrîdê şermezar dikin. Destûrê nadin ku Rêbertiya me bi malbata xwe re hevdîtinê bike û ev jî tê vê wateyê ku ji Rêbertiya me ditirsin. Gelek dewlet hatin ba hev û ev komplo çêkirin. Bi 15’ê Sibatê re pêvajoya Îmraliyê jî hate destpêkirin. Ji ber vê jî tecrîdeke giran heye. Armanca me jî ev e ku em Rêbertiya xwe di warê fîzîkî de azad bikin. Em ê bigihêjin vê armanca xwe, em ji xwe bawer in.”

‘NEKARÎN PLANÊN XWE PÊK BÎNIN’

Gerîlayê HPG’ê Kawa Hesinkar jî got ku, “Yek ji sedema komployê jî ev bû ku PKK li hemberî planên hêzên hegemonîk bû asteng. Hêzên hegemonîk xwestin ku bêyî Rêbertî PKK’yekê ava bikin. Wan digotin qey bêyî Rêbertî ew ê karibin li ser gelê Kurd polîtîkayên xwe baştir bi rê ve bibin. Ji ber vê jî mêtingeran Rêbertiya me kirin hedef. Her dem dixwestin fikrên Rêbertiya me û gelê Kurd ji hev dûr bixînin. Ji ber ku her peyveke Rêbertiya me, ji bo gelê Kurd rêyek e. Ji ber vê jî armanca me jî ev e heta ku tecrîda li ser Rêbertiya me biqede,em ê têkoşîna xwe bidomînin. Ji bo hemû gelên bindest em ê têkoşîna xwe bidomînin. Heta ku dagirker biqedin em ê şer û têkoşîna xwe bidomînin.”