Gerîlayên ku li Êlihê derb li artêşa Tirk xistin, hatin pîrozkirin

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel gerîlayên ku roja 4’ê Cotmehê bi armanca şermezarkirina Komploya 9’ê Cotmehê çalakî kirin, pîroz kir.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel (NPG) bi daxuyaniyeke nivîskî gerîlayên qada Botanê ji ber çalakiya 4’ê Cotmehê pîroz kir.

Daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel wiha ye;

“Hêzên Gabarê ku li qada Botanê bi çalakiya sabotajê ya li ser rêya gundên Çêlik û Botîka ya  4’ê Cotmeha 2018’an  derbeke girîng li hêzên mêtîger ên Tirk xistin, ku van hêzên mêtinger welatême dagir kirine.

Yek ji taktîkên demê taktîka sabotajê bi şêweyekî pêşketî li dar xistin û li ser bingehê pêkanîna vê çalakiyê em di şexsê fermandariya we de hemû hêzên qadê pîroz dikin. Bi taybet ji bo şermezarkirina Komploya 9’ê Cotmehê bi çalakiyek wiha em we hemû şervan û fermandarên ku keda wan di vê çalakiyê de hene pîroz dikin û  berdewamiya sekeftinê diwazin. Bi dil û cwan bi coşa şoreşgeriyê em we silav dikin.

Dewleta Tirk a ku heta niha gelek çalakî ji çapemenî û raya gitşî veşartî û bi tu awayî nedayî diyarkirin li dijî vê çalakiya  ku hatî kirin mat maye û neçar maye ku çalakiyê di çapemeniyê de biweşîne. Tê fêhm kirin ku hêzên ku çalakî pêk anîne, şêwazeke rast bi kar anîne. Ji ber vê sedemê jî em wan pîroz dikin û hemû hêzên li qadê bi hezkirin û hurmet silav dikin û hêviya serkeftinên mezin dikin.”