Gerîlayên HPG/YJA-Star: Li Lêlîkanê leşker nikarin gavekê bavêjin

Gerîlayên HPG’ê yên ku li derdora girê Lêlîkanê dora leşkerên Tirk 24 seatan dorpêç kirin û çalakiyan li dar dixin wiha gotin; “Leşkerên Tirk çopa dikeve li pêşiya wan jî tirsa nikarin rakin, nikarin gav bavêjin.”

Gerîlayên HPG-YHA-Starê yên li Lêlikanê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta  Tirk yên li Başûrê Kurdistanê li ber xwe didin ji roja ku êrîş destpêkirin ve her roj çalakiyên berfireh li dar dixin.

Gerîlayên HPG/YJA-Star ên li girê Lêlîkan a navçeya Sîdekan ya Başûrê Kurdistanê şerê li herêmê, û serkeftina li dijî hêzên dagirker nirxandin. Gerîlayên ku ji destpêka oprerasyonê ve li herêmê ne û her roj çalakiyan pêk tînin ji ANF’ê re axivîn.

BI RÛHÊ BÊRÎTAN, ZÎLAN Û DELALAN EM ŞER DIKIN

Gerîlaya YJA-Star Sozda Kerboran got ku li Lêlikanê di nava 5 mehên operasyonê de her roj bê navber çalakiyên berfireh lidardixin. Kerboran wiha domand; “Di nava van çalakiyan de çalakiyên xweser û giştî tên kirin. Armanca me ew e ku em vê hewldana dagirkeriya dewleta Tirk li wan jûvan bikin. Hemû hevalên me bi vî rûhî û ji bo gelê me yê Bradostê bi îdîayek mezin beşdarî çalakiyan dibin. Bi biryarbûn û serkeftina hevalan mirov di encamên çalakiyên wan de dibîne. Bi taybet hevalên jin bi biryardariyeke mezin tevlî pêvajoya Lêlikanê bûne. Di her çalakiyê de bi rûhê rêhevalên me Bêrîtan, Kûlîlk û Axîn em şer dikin. Em weke şervanên fermandarên me yên mezîn Bêrîtan, Zîlan û Delal an di çeperan de şer dikin û her roja diçe em bêhtir nêzî serkeftînê dibîn.”

NIKARIN GAVEKÊ JÎ BAVÊJIN

Gerîlayê HPG’ê Azad Batman jî got piştî her çalakiyê leşkerên li gir tên guhertin û wiha got; “Li vê heremê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de gelek çalakiyên bi bandor didomin. Li girê Lêlîkanê çekên wan yên bi bandor hene. Bi taktîkên gerîla ev teknîk heta astekê hatine pûçkirin. Ev 5 meh in em li Lêlikanê ne. Her roj li Lêlîkanê em tevgera leşkeran keşif dikin. Leşker ji tirsa nikarin çopa xwe ya deh gav dikeve li pêşiya wan jî kom bike û nikarin gav bavêjin. Dewleta Tirk li girê Lêlîkan gelek zorî kişand. Pîskolojiya leşkerên li gir di rewşek xirab de ye. Piştî her çalakiyê leşkerên li gir tên guhertin. Di her çalakiyê de cenazeyên leşkeran bi dehan car ji aliyê Skorskyan ve tên rakirin. Vana hemûyan em bi çavên xwe dibînin. Bi destpêkirina pêvajoyê re di nava hemû hevalan de rûhekî fedayî heye. Bi îradeyeke mezin em şer dikin û em ê şerê xwe bidomînin.”

’24 SEAT AN EM LI DORA WAN IN’

Gerîla Întikam Varto ku ev 5 sal in li herêma Lêlikanê ye got ew li dora Lêlikanê ne û avantaj di destê gerîlayan de ye. Varto ragihand ku li girê LêlÎkan balafirên keşfê qet ranawestin û wiha domand; “Tevî vê jî  leşker ji çeperên xwe gavekê jî navajîn derve. Em 24 seat an li dora Lêlîkanê ne. Bi tu şêweyî me Lêlikan ne berdaye. Li Lêlîkanê heta niha windahiyên wan ji 250 zêdetir e. Avantaja eraziyê di destê gerîlayan de ye. Gerîla hêzekî bi tevger e. Ne diyare wê kengê li kuderê lê bixe. Ji bo vê jî dagirkirina çend giran ji aliyê dijmin ve bandorê li me nake. Bi soza tolhildanê ya ku me dayî Serdem û Şahan em ê bi teqez pêngava xwe bi serketinê tacîdar bikin. Îdîa û biryardariya me tam e.”