Gerîlayên HPG’ê rêzeçalakî lidarxist: Helîkopterek derbe xwar

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku hêzên gerîla li Heftanîn û Çelê li dijî hêzên Tirk ên dagirker rêzeçalakî lidarxistine. Gerîlayan du helîkopter kirin hedef, helîkotperekê jî derb xwar.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku hêzên wan di navbera 31’ê Tebax û 1’ê Îlonê de rêzeçalakî lidarxistine. HPG’ê got li Dersimê di encama bombebaranê de 4 gerîla şehîd bûne.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye;

LI HERÊMA PARTÎZANÊ ÇALAKIYÊN SABOTAJÊ

“Çalakiyên hêzên me yên li dijî tevgera dagirkeriyê ya artêşa TC’ê ya dagirker ya li dijî herêma Heftanîn ya Herêmên Parastinê yên Medyayê didome. Hêzên me roja 1’ê Îlonê saet 07:00 û 12:00’an li dijî hêzên dagirker li herêma Partîzan du çalakiyên sabotajê lidarxist. Di herdu çalakiyan de hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehate tespîtkirin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker herêma Partîzan û Geliyê Pisaxa bêserûber bombebaran kir.

Hêzên me bi çarçoweya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li dijî artêşa TC’ê ya dagirker rêzeçalakî lidarxistin. Di vê çarçoweyê de;

LI ÇELÊ LI ÇEPER Û BAREGEHÊN DIJMIN HATE XISTIN

Roja 31’ê Adarê saet 12:00’an hêzên me yên YJA-Starê li dijî artêşa TC’ê ya dagirker ku li Girê Şehîd Baran yê navçeya Çelê ya Colemêrgê bicih bûbûn çalakiyek lidarxist. Di çalakiyê de li çeper û baregehên dijmin hate xistin, hejmara kuştî û birîndaran nehate testpîtkirin.

Roja 1’ê Îlonê saet 08:30’an hêzên me yên YJA-Starê li dijî leşkerên ku li Girê Xergol yê navçeya Çelê ya Colemêrgê bicih bûbûn çalakiyek lidarxist.  Bi serketî li çeper û baregehên dijmin hate xistin, di çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehate tespîtkirin.

DU HELÎKOPTERÊN ATAK BÛN HEDEF

Heman rojê saet 00:10’an hêzên me 2 helîkopterên tîpa atak ku li herêma derdora Girê Şekîf yê herêma Xakurkê yê Herêmên Parastinê yên Medyayê di nava tevgerê de bûn kirin hedef. Bi xurtî li helîkopteran hate xistin û helîkopterekê derb xwar û neçar ma ji herêmê vekişe.

LI DERSIMÊ 4 GERÎLA ŞEHÎD BÛN

Roja 27’ê Tebaxê saet 19:00’an artêşa TC’ê ya dagirker li herêma Mermangê ya Dersimê operasyonek da destpê kirin. Heman rojê dagirkeran herêm bombebaran kir û sibeha 28’ê Tebaxê di navbera hêzên me û leşkerên artêşa TC’ê ya dagirker de şer derket. Di vê operasyona ku bi desteya yekîneyên veşartî didome de 4 hevrêyên me şehîd bûn. Agahiyên têkildarî nasnameyên hevrêyên me yên şehîd wê piştre bi raya giştî re werin parve kirin.

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ YÊN LI DIJÎ HERÊMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYAYÊ

Artêşa TC’ê ya dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên hewayî pêk anîn. Di vê çarçoweyê de;

Roja 31’ê Tebaxê saet 00:20’an balafirên şer derdora gundên Yekmalê yê herêma Metîna, roja 1’ê Îlonê saet 12:20’an dîsan derdora gundê Yekmalê yê Metînayê bombebaran kirin.

Roja 31’ê Tebaxê saet 01:00’an balafirên şer bombe li herêma Geliyê Avaşîn yê herêma Avaşînê barand.

Roja 1’ê Tebaxê saetên nîvor balafirên şer bombe li derdora gundê Şkefta û Gundê Guzê yê herêma Gare barandin.

Di van bombebaranan de tiştek bi hêzên me nehatiye, li herêmên hatine bombebaran kirin şewat derketiye.”