Gerîlayên HPG’ê li Gever û Elbakê çalakî lidar xistin

Gerîlayên HPG’ê, li dijî leşkerên Tirk ên li Girê Elîşêr ê girêdayî Geverê çalakî lidar xistin. Di çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin. Di çalakiyên sekvaniyê yên li dijî Qereqola Bibanê ya Elbakê de jî 2 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ku daxuyaniya li ser malpera xwe ya fermî ya înternetê parvekir, têkildarî çalakiyan ev agahî da:

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bedran Gundikremo û Nalîn Mûş de, 17’ê Tebaxê saet 15:30’an, li dijî leşkerên artêşa Tirk ên li Girê Elîşêr ê girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê bi cih bibûn çalakiyek lidar xistin.

Di vê çalakiya ji du baskan ve çeperên dijmin hatin hedefkirin de, bi qasî hate zelalkirin leşkerek hate kuştin, leşkerek jî hate birîndarkirin. Artêşa Tirk a dagirker piştî çalakiyê qad bi obus û hewanan bomberdûman kiriye.

LI ELBAKÊ ÇALAKIYÊN SEKVANIYÊ

Hêzên me 17’ê Tebaxê saet 18:40’an li dijî leşkerên Qereqola Bibanê ya artêşa Tirk a mêtînger a girêdayî naçeya Elbak a Wanê rêze çalakiyê sekvaniyê lidar xistin. Di van çalakiyan de 2 leşkerên Tirk hatin kuştin. Piştî çalakiyê Qereqola Bibanê bi çekên giran derdorî xwe ketûber gule reşandin.

LI ÇIVAVÊ ŞER

11’ê Tebaxê, hêzên me yên ku li devera gundê Memira yê li dervera Çirav a girêdayî herêma Botan a Şirenxê rastî leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin, li vir hêzên me bi dijmin re ketine şer. Di vî şerî de hevrêyê me Bawer li dijî leşkerên Tirk ên dagirker bi qehremanî şer kir û şehîd ketiye.

Nasnameya hevrêyê me yê şehîd ketî wiha ye:

Nasnav: Bawer Mawa
Nav û Paşnav: Emîn Yakûp
Cihê Jidayikbûnê: Êlih
Navê Dayikê - Bav: Safiye - Hamît
Cih û Dîroka Şehadetê: Şirnex/ 11’ê Tebaxa 2017

LI ÇEWLIGÊ ŞER

4’ê Tebaxê hêzên artêşa Tirk a mêtînger li navbera navçeya Adakli û gundê Husnek ê girêdayî Çewligê de dest bi operasyonekê kiribû. Di operasyonê de yekîneyekî me ya gerîla rastî leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatine û li vir şer qewimiye. Artêşa Tirk a ku bi bejayê ve bi ser hêzên me de hatin, bi balafirên şer û helîkopterên Kobra qad bomberdûman kiriye. Di encama şer û bomberdûmanê de hevrêyê me Nizar bi giranî birîndar dibe. Hevrê Nizar ji bo bi saxî nekeve destê dijmin bombeya li ser xwe diteqîne û digihêje şehadetê.

Nasnameya hevrêyê me yê şehîd ketî wiha ye:

Nasnav: Nizar Şiyar
Nav û Paşnav: Nesîm Yerbasan
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayikê - Bav: Kerime – Abdullah
Cih û Dîroka Şehadetê: Çewlig/ 4’ê Tebaxa 2017