HPG'ê li Çiyayê Reş li dagirkeran xist -NÛ BÛ

Artêşa Tirk a dagirker ku ji hewayê ve êriş bir ser Çiyayê Reş, hewl da ku leşkerên xwe deyne herêmê. Gerîlayan bi rêya sabotajê li dagirkeran xist û pêşî li pêşveçûna dagirkeran girtin.

Artêşa Tirk a dagirker ji hewayî ve êrişeke giran bir ser xeta Çiyayê Reş ê li Başûrê Kurdistanê.

Artêşa dagirker hewl da bi helîkopteran hêzên xwe deyne herêmê û xwest ji bejahî ve bi pêş ve biçe.

Hêzên Parastina Gel (HPG) jî bi rêbaza sabotajê li artêşa Tirk a dagirker xistin û pêşî li pêşveçûna wan girtin.

Di navbera artêşa Tirk û gerîlayên HPG'ê de şerekî giran diqewime.

Li aliyê din, artêşa Tirk a dagirker hêzên xwe danî qada Werxelê ya li herêma Zapê.

Li herêmê şerekî giran diqewime.