Gerîlayên HPG'ê: Em ê xaka Kurdistanê li wan bikin goristan

Li dijî êrişên dagirkeriyê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, berxwedana gerîla dewam dike. Gerîlayên ku ji qadên cuda berê xwe dan eniya berxwedanê, diyar dikin ku wê xaka Kurdistanê li wan bikin goristan.

Gerîla Rustem Mardîn diyar kir ku ew diçe herêma Ertûşê û got, "Me dest bi Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê kir. Em diçin tevlî vê pêngavê bibin."

Gerîla Atakan Botan jî diyar kir ku ew diçin çalakiyê û wiha axivî: "Dijmin li Zapê dest bi operasyonê kir. Çûne ber bi aliyê Şehîd Mûnzûr. Em ê derbên giran li wan bixin. Em ê wan ji wir derxînin. Ji bo ku careke din nekin em ê vê derê li yên hatine dagir bikin, bikin goristan. Hewl didin bi teknîkê li hemberî gerîlayên Kurdistanê bi pêş ve biçin. Em ê jî wan bi teknîka gerîla tune bikin."

Gerîla Tîrêj Cizîr jî diyar kir ku ew ber bi herêma Zagrosê ve diçe û got, "Şerekî giran diqewime. Dewleta Tirk a dagirker nikare li hemberî gerîlayên azadiya Kurdistanê li ber xwe bidin. Êrişeke berfireh dikin, em ê jî bi gerîlayên profesyonel û hemdem li ber wan rabin. Em şerekî giran û fedayiyane dimeşînin. Ji ber vê yekê divê gelê me baldar be."