Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ji hewayê û bejahiyê li dagirkeran dixe

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê di çarçoveya pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ de ji hewayê û bejahiyê derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dixe.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Gerîlayên Azadiya Kurdistanê di çarçoveya pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ de ji Amedê heta Zapê, Metîna û Avaşînê destaneke dîrokî ya berxwedanê dinivîse û him ji hewayê û him ji bejahiyê derbên giran li dewleta Tirk a dagireker dixe.

Di van çalakiyan de 12 dagirker hatin cezakirin û 9 dagirker jî birîndar bûn.

Agahiyên li ser çalakiyan wisa ye:

Di 9’ê Çileya 2021’an de dewleta Tirk a dagirker li Qada Şehîd Kendal a eyaleta Amedê operasyoneke berfireh dabû destpêkirin. Hêzên me komeke dagirker a operasyonê xistin bin kontrola xwe, piştî şopandinê li vê komê daye. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hatiye tespîtkirin 3 dagirker hatine cezakirin û 2 dagirker jî birîndar bûne. Piştî çalakiyê dagirkeran bi helîkopteran leşker anîne qadê û operasyon berfirehtir kirine. Ev operasyon 10 rojan domiyaye û di 19’ê Çileya 2021’an de bêyî ku encamê bistîne, hatiye vekişandin.

Di 14’ê Nîsanê de dewleta Tirk a dagirker li Qada Şehîd Kendal a Amedê operasyonek daye destpêkirin. Di vê operasyonê de di navbera hêzên me û dagirkeran de şerekî giran çêbûye. Ev şer bi qasî 40 deqîqeyan domiyaye. Hevrêyê me Mahîr Farqîn li vê derê bi qehremanî şer kiriye û şehîd bûye. Hevalê me Dara Bagok jî bi birîndarî ketiye destê dijmin. Artêşa Tirk a dagirker diyar kiriye ku di vî şerî de leşkerekî wan miriye û 4 leşkerên wan jî birîndar bûne. Lê di van şeran de gelek dagirker hatine cezakirin û birîndarkirin, lê hejmara wan nehatiye tespîtkirin. Ev operasyon heta 17’ê Nîsanê domiyaye û piştre hatiye vekişandin.

Dema agahiyên nasnameya hevalê me Mahîr Farqîn were zelalkirin wê ji raya giştî re were ragihandin.

Hêzên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal di 2’ê Gulanê de  saet di 18.30’an de li Girê Zendûra ya herêma Metîna li dagirkeran daye. Dagirker ji hewayê ve bûne hedef û ev çalakî bi serketî hatiye kirin.

DAGIRKER DEMA KU XWESTIN BIKEVIN TUNELAN LI WAN HATE XISTIN

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê de,

Di 2’ê Gulanê de saet di 18.00’an de dagirkeran xwestine bi bombeyên gazê têkevin tunelên şer ên li Girê Zendûra ya Metînayê. Hêzên me bi qehremanî li dagirkeran daye û dagirker neçar mane ku vekişin.

8 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Bazên Zagrosê de

Di 2’ê Gulanê de saet di 07.30’an de li dagirkerên li Girê Şehîd Dilgeş a qada Mervanosê ya Avaşînê hatiye xistin. Li vê derê du kozikên dijmin di heman demê de bûne hedef. Bi giştî 3 dagirker hatine cezakirin û dagirkerek jî birîndar bûye. Dagirkeran piştî çalakiyê bi çekên giran qad bomberdûman kirine.

Di 2’ê Gulanê de saet di 11.30’an de hêzên me li Girê Şehîd Dilgeş a Avaşînê xwe bera nav dagirkeran dane. Ev çalakî piştre veguheriye şer. Di vê çalakiyê de bi xurtî li kozikên şer hatiye xistin , şerekî giran çêbûye û hejmara dagirkerên mirî û birîndar nehatiye zelalkirin.

Di 2’ê Gulanê de saet di 13.00’an de hêzên dagirker xwestine ber bi Cîloya Biçûk a Zapê bi pêş ve werin. Hêzên me li vê komê dane. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin dagirkerek hatiye cezakirin. Di heman saetê de dema dagirker li hev kom bûne jî bi sabotajê li wan hatiye xistin, di vê çalakiyê de 4 dagirker hatine cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûne. Di vê çalakiyê de bi giştî 5 dagirker hatine cezakirin û 2 dagirker jî birîndar bûne. 

DAGIRKERÊN BÊÇARE MANE BOMBARDÛMANÊ DIKIN Û ÇEKÊN KÎMYEWÎ BI KAR TÎNIN

Dagirkerên ku li pêşberî performansa şer û berxwedanê ya hêzên me nikarin encamê bi dest bixin herêmên Avaşîn, Metîna û Zapê bi balafirên şer û helîkopteran bombe kirin. Dagirkerên ku li pêşberî tunelên şer bêçare mane li gel bombardûmanê bi bombeyên kîmyewî tunelên şer bombe dikin.

Agahiyên berfireh ên li ser bombardûmanê wiha ne:

2'ê Gulanê saet di navbera 10:00-11:00 de dagirkeran li qada Şehîd Serdar a li herêma Avaşînê li dijî çeperên şer bombeyên kîmyewî bi kar anîn.

2'ê Gulanê saet di 00:00 de qada Dola Konferansê ya herêma Avaşînê 2 caran bi balafirên şer hate bombekirin.

2'ê Gulanê saet di navbera 21:40-22:30'î de bi helîkopteran dagirker li qada Mamreşo ya herêma Avaşînê hatin danîn.

2'ê Gulanê saet di navbera 23:00-00 û 03:00-04:00 de helîkopter li ser qada Qela Bêdewê ya herêma Zapê geriyan. Di heman demê de bi helîkopterên êrişê bombe li Qela Bêdewê hatin barandin.

3'ê Gulanê saet di 08:40'î de qada Qela Bêdewê ya Zapê bi balafirên şer hate bombekirin.

2'ê Gulanê saet di navbera 23:00-00:00 de qadên Derarê, Kêste û Zendûra yên herêma Metînayê bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin. Heman rojê qada Derarê bi balafirên şer 4 caran hate bombekirin.

3'ê Gulanê saet di 04:10'an de girê Zendûra yê herêma Metînayê bi balafirên şer 3 caran hate bombekirin.

Di van bombardûmanan de tiştek bi hêzên me nehatiye."