Gerîlayek li bejahiya Sêrtê şehîd bû

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku ji ber bomberdûmana giran a artêşa Tirk, gerîlayê bi navê Muhdî Başçi (Adil Sêrt) li bejahiya Sêrtê şehîd bûye.

Daxuyaniya HPG'ê ya li ser mijarê wiha ye:

"30'ê Nîsanê danê êvarê, li nêzî gundê Derahût ê herêma Mişarê ya Sêrtê, di navbera yekîneyeke me û artêşa TC a dagirker de şer derket. Artêşa TC a dagirker ku ji bejahî ve nekarî bi ser hêzên me ve biçe, bi helîkopterên bi tîpa Kobra bombe li herêmê barand. Ji ber vê bomberdûmanê hevalê me Adil şehîd bû û hevalê me Malîk (Osman Ozunal) bi birîndarî dîl kete destê hêzên dijmin.

Nasnameya hevalê me yê şehîd bûye wiha ye:

Nasnav: Adil Sêrt
Nav paşnav: Muhdî Başçi
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Dayik-Bav: Nacîre-Tefîk
Dem û cihê şehadetê: 30'ê Nîsana 2018 / Sêrt

ADIL SÊRT

Hevalê me Adil Sêrt, li Sêrtê ji dayik bû û bi hestên welatparêziyê yên Botanê mezin bû. Hevalê me Adil zû bi rastiya dijmin hesiya û di ciwantiya xwe de tevlî nava refên têkoşîna azadiyê ya Kurd bû. Ji roja destpêkê ve hewl da bibe gerîlayekî şareza. Li dijî êrîşên desthilatadriya faşîst a AKP-MHP'ê ya li Kurdistanê, bû şervanekî xurt ku bersiveke çalak da. Hevalê me Adil ku xwedî kesayetiya şervan a Botanê bû, bi fedakariyeke mezin cihê xwe di nava berxwedana gerîla de girt û heta nefesa xwe ya dawî ji bo azadiya gelê me şer kir.

Ji ber vê şehadetê, di serî de malbata hêja ya Başçi em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê ji bo bicihanîna xewn û xeyalên şehîdan têkoşîna xwe bidomînin."