Gerîlayê kedkar û rû li ken: Mehmet Şîrîn Îşlak

Mehmet Şîrîn Îşlak ku sala 2013'an tevlî nava refên PKK'ê bû, ji bo hilanîna tola êşên hatine kişandin, bi navê Firat Tolhildan di nava dîroka têkoşînê de deng veda.

Mehmet Şîrîn Îşlak slaa 1995'an li navçeya Hezex a Şirnexê ji dayik dibe û bi çîrokên gerîla yên ku di dema zarokatiyê de tên ber guhê wî, mezin dibe. Bala wî roj bi roj hîn bêhtir diçe ser gerîla. Di dema dibistanê de li dijî qedexeya li ser Kurdî ya mamosteyan û li hemberî zilmê timî serî hil dide. Her ku firsendê dibîne ji bo dîtina gerîla berê xwe dide çiyê û zozanan. Xewn û xeyala wî rojekê pêk tê.

Gerîla tên gundê wan û wê rojê êdî ji wan qut nabe. Mehmet Şîrîn Îşlak ji bo xwe bigihîne hevaltiyê û ruhê çiya, dibêje ku dixwaze tevlî nava refên têkoşînê bibe. Lê belê gerîla ji wî re dibêjin ku piştî hinekî mezin bû wê demê dikare tevlî bibe. Mehmet Şîrîn Îşlak jî bi rengekî bê sebir li benda hatina dema xwe dimîne û sala 2013'an tevlî nava refên PKK'ê dibe.

Mehmet Şîrîn Îşlak ku sala 2013'an tevlî nava refên PKK'ê bû, ji bo hilanîna tola êşên hatine kişandin, bi navê Firat Tolhildan di nava dîroka têkoşînê de deng veda. Îşlak êdî dibe şervanek û li ser vê xakê bi serbilindî ji bo xwe û gelê xwe dest bi têkoşînê dike.

KEDKAR Û RÛ LI KEN BÛ

Mehmet Şîrîn Îşlak berî şehîd bikeve di hevpeyvîneke xwe de wiha digot: "Jiyana gerîla, pêşengiya gerîla ji bo gelê Kurd hesteke cuda ye. Qîrîna dîroka Kurdan li çiyê timî deng vedide û divê em bersivê bidin vê qîrînê. Di nava civakê de hevaltiya jin û mêr cuda û şaş tê nirxandin. Lê belê di nava gerîla de rewş ne bi vî rengî ye. Hevrêtiyeke xwezayî heye. Du hevrê ne ku li her derê heman karî dikin, di heman çeperê de şer dikin û ji bo heman dozê têdikoşin.

Ji her çar parçeyan tevlîbûn hene. Di perwerdeyê de em xwe, dîroka xwe nas dikin. Bi bîrdoziya Rêbertî em xwe ji nû ve diafirînin û xwe ji wezîfeyên demê re amade dikin. Dijmin dîroka me jî bi derewan berevajî kiriye. Em jî bi têkoşîna xwe dîroka xwe jinûve bi rengekî rast dinivîsînin û ji siberojê re radigihînin. Bêguman ev yek bi saya Rêbertî û bi saya hevrêyên me yên di nava têkoşînê de şehîd bûne, pêk tê."

Mehmet Şîrîn Îşlak, bi kedkarî û rûkeniya xwe cihê xwe di nava têkoşîna gerîla de girt. Digot, 'Ez di rê de xwe baştir nas dikim'. Her kêlî bi wate dikir û bi vî rengî têdikoşiya. Îşlak sala 2017'an li Botanê ji ber operasyonê di şer de şehîd bû.