Gerîlayê HPG'ê Xwînrêj Teyî li Mexmûrê hate bîranîn

Gerîlayê HPG'ê Xwînrêj Teyî (Nûrûllah Azma) li Mexmûrê bi merasîmekê hate bîranîn.

Ji bo gerîlayê HPG'ê Xwînrêj Teyî (Nûrûllah Azma) ku 4'ê Tebaxa 2021'ê şehîd bû, Komeleya Malbatên Şehîdan a Kampa Mexmûrê civîneke bîranînê lidar xist.

Merasîma bîranînê ji bo bîranîna Şehîdên Azadiyê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir.

Dayika gerîla Xwînrêj Qumrî li civîna bîranînê axivî û got, "Bila serê Rêberê me, hevrêyên wî û gelê Kurd sax be. Xwînrêj ne tenê kurê min bû, ew kurê gelê Kurd ê welatparêz e."

Piştre li ser jiyan û têkoşîna gerîla Xwînrêj Teyî sînevîzyonek hate nîşandan.