Gerîlayê HPG’ê Merwan Qendîl li Silêmanî hate bibîranîn

Gerîlayê HPG’ê Merwan Qendîl (Hestyar Kameran Îsmaîl) ê 25’ê Tebaxa 2020’ê şehîd bûbû, li Silêmaniyê bi merasîmekê hate bîranin. Di bîranînê de soza şopandina rêya şehîdan hate dayîn.

Li Silêmaniyê bi tevlîbûna bi dehan kes û endamên Komîteya Şehîdên PKK’ê yên Başûrê Kurdistanê li Parka Hewara Şar kom bûn û bi karwanekê çûn mala gerîlayê HPG’ê Hestyar Kameran Îsmaîl bi nasnavê Merwan Qendîl ku di 25’ê Tebaxa 2020’an de li Herêmên Parastina Medyayê şehîd bibû.

Dema ku karwan gihişt ber deriyê mala malbata Şehîd Merwan Qendîl a li Taslûce ji aliyê endamên malbatê ve hate pêşwazîkirin û ji bo tevahiya şehîdan qedeyek rêz hate girtin.

‘DIVÊ HEMÛ KAR JI BO PÊKANÎNA XEYALÊN WAN BE’

Piştre li ser navê Komîtiya Şehîdên PKK’ê yên Başûrê Kurdistanê Armanc Hemereşîd axivî û got: “Şehîd Hestyar ne tenê şehîdê aliyekê ye, şehîdê tevahiya Kurdistanê ye. Divê em hemû kar ji bo serxistina armanca wî bikin. Em soz didin ku rêya wî berdewam bikin.”

‘EZ BI KURÊ XWE SERBILIND IM’

Bavê şehîd Merwan Qendîl Kemaran Îsmaîl di serî de xêrhatina welatiyan kir û got: “Ez şanaziyê dikim ku kurê min di vê rê de şehîd bû. Ez pê serbilind im. Ez hemû hevalên wî weke kur û keçên xwe dibînim.”