Gerîlayê HPG’ê Erencî li ser gora xwe hate bibîranîn

Gerîlayê HPG’ê Mazlûm Erencî ku di şerê 29’ê Hezîrana 2011’an li Dersimê şehîd bûbû, di salvegera şehadeta xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn.

Gerîlayê HPG’ê Mazlûm Erencî (Yîlmaz Piling) 29’ê Hezîrana 2011’an di şerê li bejahiya Çemîşgezek a Dersimê şehîd bûbû. Erencî di salvegera şehadeta xwe de li ser gora xwe ya Goristana Yenîkoy a Amedê bi merasîmekê hate bibîranîn.

Malbata Erencî û rojnamevan beşdarî merasîma bibîranê bûn. Merasîm ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir û qurnefîl hate danîn li ser gora Erencî.

Hevserokê Înîsyatîfa Rojnamevanên Azad Hakkî Boltan têkildarî rojnamevantiya Erencî ku demekê rojnamevanî kiribû, qala nêrînên têkildarî rojnamevantiyê kir. Boltan got li Tirkiyeyê li ser rojnamevanan zextek mezin heye û Erencî pêşdîtinên xwe yên têkildarî pîşeyê xwe pêk anî.

Piştre bavê Erencî, Erkan Erencî axivî û got Mazlûm ji bo bibe zimanê gel, çav û guhê gel bêhiqûqiyên li vir ji bo nîşanî cîhanê bide ked da.