Gerîlayê HPG'ê Dilsoz Gabar: Axa Kurdistanê ya me ye, heta dawiyê em ê şer bikin

Gerîlayê HPG'ê Dilsoz Gabar bal kişand ser çalakiyên gerîla yên li dijî artêşa Tirk a dagirker û got, "Axa Kurdistanê ya me ye, heta dawiyê em ê şer bikin."

Gerîlayê HPG'ê Dilsoz Gabar ji ANF'ê re axivî û qala têkoşîna gerîla ya li dijî dagirkeriyê kir:

"Di sala 2021'ê de dijmin li hemberî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê êrişeke pir mezin da destpêkirin. Hem li Bakur hem jî li Herêmên Parastinê yên Medyayê operasyoneke berfireh da destpêkirin. Bêguman ev operasyon ne weke operasyonên berê ne. Armanca wan tunekirina gerîla ye. Her roj demê didin, dibêjin 'em ê gerîla tune bikin', lê her kes zane ku gerîla her tim li ber xwe dide, li ser wan çiyayên Kurdistanê berxwedaneke pir mezin tê meşandin.

Bi taybetî li Herêmên Parastinê yên Medyayê, li girên ku dijmin êriş biriye ser; Mamreşo, Zendûra, Werxelê li wan deran berxwedaneke pir mezin hate meşandin. Gerîla bersiveke pir xurt da dijmin. Bi tîmên pispor, gerîlayên profesyonel, bi taktîkên avêtina ser dijmin, têkoşîn meşand. Dijmin ewqasî dibêje 'em ê gerîla tune bikin', lê bi xwe nekarî bikeve nava tunelê şer, kamera bi serê kûçikan ve dikirin û dişandin nava tunelên şer. Ji bo tenê zanibe ku çiqas gerîla di nava wan tunelan de hene. Tîmên gerîla jî ewqasî ne mezin bûn. Lê zanîbûn ku ji bo Kurdistanê şer dikin, ji bo gelê bindest şer dikin.

Dijmin bi taybetî bi şerê psîkolojîk dixwaze gelê me bixapîne. Ne tenê gelê me, dixwaze gelên dinyayê bixapîne. Dibêje 'min çend hezar gerîla tune kir, gerîla li serê çiyê nema'. Ka ma ne her roj gerîla li dijî we çalakiyan dike.

Weke ku tê zanîn hevalên me vê dema dawî li Zapê ji pênc baskan ve li dijmin xistin û çûn ser 8 cenazeyan û çek ji ser dijmin rakirin. Ev jî sedema xwe ji vîna gerîla digire, ji girêdanbûna bi gelê xwe, bi axa xwe û bi Rêbertiya xwe digire.

Bi taybetî îsal çalakiyên pir mezin çêbûn. Gerîla neqediya, gerîla bi ser ket. Gerîla di her bihosta axa Kurdistanê de heye û wê heta dawiyê gerîla li ber xwe bide. Heta Kurdistaneke azad, heta Rêbertiyek azad û heta xewn û xeyalên şehîdên qehreman pêk bînin wê gerîla her hebe. Wê gerîla her tim derbên mezin li dijmin bixe. Wê heta dilopa dawî ya xwîna xwe gerîla wê şer bike.

Gerîla nahêle dijmin bikeve axa Kurdistanê. Axa Kurdistanê ya me ye, em ê heta dawiyê şer bikin."