Gerîlayan wênekêşeke veşartî ya artêşa Tirk îmha kirin

Gerîlayan li Metînayê wênekêşeke veşartî ya leşkerên Tirk tespît kirin û piştre îmha kirin.

Gerîlayên HPG’ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê wênekêşa ku dewleta Tirk a dagirker li qadê bi cih kiribû, îmha kirin.

Dewleta Tirk ji 23’ê Nîsanê û vir ve li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê operasyoneke dagirkeriyê daye destpêkirin. Qadên Avaşîn, Zap û Metînayê di hedefa van êrişan de ne. 

Di mehên dawîn de dewleta Tirk a dagirker ji bo ku li hemberî gerîlayan bi ser bikevin, gazên jehrî bi kar tîne û sûcên şer zêdetir kir. Lê ligel ku dewleta Tirk teknolojiya leşkerî û gazên jehrî bi kar tîne, li hemberî gerîlayan nikare bi pêş ve biçe. 

Di 4’ê Cotmehê de saet di 15.40’an de gerîlayan wênekeşeke veşartî ya artêşa Tirk tespît kir. HPG’ê berê jî ev agahî dabû.

Hêzên gerîla ev wênekêşa veşartî li qada Girê Azad a Metînayê tespît kir û dîmenê wê qeyd kir. 

Di dîmenan de tê dîtin wênekeşa veşartî wekî êzingan hatiye kamûflekirin. Gerîlayek vê wênekêşa veşartî vedike û îmha dike.

Ne bi tenê wênekêşa veşartî hatiye desteserkirin. Li Zap, Metîna û Avaşînê jî ji serê meha Nîsanê û vir ve gelek malzemeyên leşkerî yên artêşa Tirk hatiye desteserkirin. Gelek çek, bi sedan kîlo teqemenî, bi dehan kamera û mobese hatine desteserkirin.

Leşkerên Tirk dema ji herêma Werxelê ya Avaşînê reviyabû, li pey xwe gelek malzemeyên leşkerî hiştibû. Dîmenên van tiştan di 14’ê Cotmehê de ji aliyê ANF’ê ve hatibû weşandin.