Gerîlayan li Zaxo li dagerkeran da

Gerîlayên HPG’ê li dijî dagirkeriya artêşa Tirk a li Xakûrk û Bradostê li dijî baregerhên leşkerî yên Tirkiye yên li herêma Girê Biya yên girêdayî bajarokê Bêgova ya Zaxoyê çalakî kirin.

Gerîlayên HPG’ê li dijî êrîşên dagirkeriya artêşa Tirk a li XaKûrk û Bradostê, li Zaxoyê li dijî baregehên leşkerên Tirk çalakiyek kirin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, derdorî saet 18:00’an gerîlayên HPG’ê çalakiyek li dijî navendên leşkerî yên artêşa Tirk a li Girê Biya ya girêdayî bajarokê Bêgova ya Zadoyê çalakiyek kirin.

Hate ragihandin di çalakiya nêzî saetkê dom kir de, gelek leşker hatine kuştin û birîndarkirin. Lê têkildarî hejmara kuştî û birîndaran agahiyên zelal nehatin girtin.