Gerîlayan li qereqola Ayibegê xistin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku li dijî leşkerên li qereqola Ayibeg a li navçeya Bazîd a Agiriyê çalakiyek hatiye kirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku li dijî leşkerên li qereqola Ayibeg a li navçeya Bazîd a Agiriyê çalakiyek hatiye kirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di çarçoveya Pêngava Serketiha Şoreşgerî de ya li Eylaeta Serhedê dewam dike di 28'ê Kanûnê saet di 16:30'î de li navçeya Bazîd a Agiriyê hêzên me li dijî artêşa TC a dagirker a li qereqola Ayibegê xistin. Derbên giran li çeper û stargehên dijmin hatin xistin, hejmara leşkerên di çalakiyê de hatin kuştin û birîndar bûn nehate tespîtkirin."