Gerîlayan li Lêlîkanê li dagirkeran da: 9 leşker hatin kuştin

Gerîlayên HPG’ê li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker ên ku li Girê Lêlîkan ê girêdayî Herêma Biradost a Başûrê Kurdistanê çalakiyek lidar xistin. Di çalakiyê de herî kêm 9 leşker hatine kuştin, gelek leşker jî birîndar bûne.

Gerîlayên HPG’ê, saet 17:30 li Girê Lêlîkanê li dijî leşkerên Tirê çalakiyek lidar xistin. Di çalakiyê de herî kêm 9 leşker hatine kuştin, gelek leşker jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ji herêmê, artêşa Tirk piştre herêm bi balafirên şer bombe kiriye.

Hate ragihandin ku artêşa Tirk kuştî û birîndarên xwe ji herêmê nerakiriye.