Gerîlayan ji bo 4'ê Nîsanê şitl danîn

Li Herêmên Parastinê yên Medyayê pîrozbahiyên ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomin. Gerîlayan ji bo 4’ê Nîsanê şitl danîn.

Li gel êrîşên zêde yên hewayî yên dewleta Tirk jî gerîla li gelek deveran rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir. Ji van pîrozbahiyan di yekê jê de gelek gerîla hazir bûn. Gerîlayan govend gerandin û şitlên daran danîn. Di pîrozbahiyê de ji Koordînasyona PJAK’ê Gulçiya Gabar got, ‘’Rojbûna Rêber Apo ji nû ve bûyina mirovahiyê ye.’’

Gabar got, ‘’Îro rojbûna 69’an a Rêber Apo ye. Îro rojbûna jinan, gelê Kurd û mirovahiyê ye. Berwedan ji nû ve bûye xwedî wateyekê, xwenasînek e û bihara gelan e.’’

Gabar li ser berxwedana Efrînê ya li dijî dagirkeriya Tirk got: ‘’Çawa ku sirûşt xwe nû dike, mirov jî rih û hişê xwe bi bûyina Rêbertî, bi 4’ê Nîsanê re zindî dike. Ji bo vê jî, rojbûna Rêber Apo weke bûyina mirovahiyê pîroz e. Li ser hemû sirûşt û xaka me êrîşên faşîst ên dewleta Tirk hene. Efrîn bajarê sirûştê û jinê ye. Hêzên komploger û dagirker îro li Efrînê qira gel tînin û êrîşê dibine ser darên zeytûnan jî. Çavên wan darên me yên zeytûnê jî bar nabe.’’

‘ÊM HEMÛ DEVERÊN KU DAR LÊ HENE JÊ RE EFRÎN DIBÊJIN’

Gabar li ser sirûşta Efrînê ya ku tê kuştin wiha got: ‘’Îro ji bo ku sirûşta ku li Efrînê hatî kuştin em ê daran biçenin. Her devera ku dar lê hene em ê jê re Efrîn bibêjin. Em ê li hemû xaka Kurdistanê daran biçînin. Em ê her deverê bikin Efrîn. Li cihê ku sirûşt heye, li cihê ku ax hey eli wir wê felsefeya Rêbertî û giyanê wî hebe. Wê dilsoziya bi Rêbertiya me re hebe. Ji bo vê jî, rojbûna Serok Apo li dayikên Efrînê, li şervanên Efrînê, li şervanên Rêber Apo ku li kozikan li ber xwe didin pîroz be.’’

Piştî ku pasteya rojbûna 69’an a ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate qetkirin, gerilayan bi govend û stranan pîrozkirina xwe domandin.