Gerîlaya YJA Starê Mizgîn Bîlîn li Hambûrgê hate bîranîn

Gerîlaya YJA Starê Raperîn Baz (Mizgîn Bîlîn) ku di 18'ê Îlona 2018'an de li Çewlikê di şer de tevî 3 hevalên xwe şehîd bû, li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê hate bîranîn.

Bîranîn li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pêk hat û bavê wê Selahaddîn Bîlîn, xizmên wê û gelek Kurdistanî tevlî bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê bavê Bîlîn axivî û diyar kir ku keça wê şeref û rûmet dane wan û tevlî karwanê şehîdan bûye.

Bîlîn anî ziman ku ew dixwazin her kes bi rengekî azad li xaka xwe bijîn û got, "Em spasiya Kurdistaniyan dikin ku di rojeke wiha de em bi tenê nehiştin."

Berdevka Komîsyona Malbatên Şehîdan Ayten Dûrmûş jî destnîşan kir ku li dijî zilm û zordariyê ji bilî berxwedanê ti rê li pêşiya Kurdan nehatiye hiştin.

Dûrmûş got, "Kekê min Mehmet Hayrî Dûrmûş û hemû şehîdên me, ji bo em bi rengekî însanî bijîn canê xwe bi daxwaza xwe diyar kir" û anî ziman ku divê her kes xwedî li şehîdan û doza wan derkevin.

Xizmê Mizgîn Bîlîn Saît Bîlgîn jî li bîranînê axivî. Destnîşan kir ku cografya Bîlîn lê bû ji dema raperîna Şêx Seîd û vir ve keleha berxwedanê ye.