Gerîlaya YJA Starê Gabar: Em şopdarên şehîdan in

Gerîlaya YJA Satarê Axîn Gabar a di Cenga Heftanînê de cih digire got: “Şehîdan ji bo me dan nîşandan bê ka wê çawa li ber xwe bidin. Em gerîlayên YJA Starê em ê şopdarê şehîdên xwe bin.”

Gerîlaya YJA Starê Axîn Gabar a li Heftanînê li dijî dagirkeriyê şer dike, li ser rola jinan û pêşengtiya xuliqandina taktîkên nû yên jinan a di Cenga Heftanînê de nirxandin kir.

Axîn Gabar a di Cenga Heftanînê de ku artêş Tirk a dagirker ji 23’yê Tebaxa 2019’an dest bi operasyoneke dagirkeriyê kiriye, cih digire diyar kir ku gerîlayên YJA Starê li her qadê bi erka xwe radibin. Gerîla Axîn Gabar bal kişand ser berxwedana jinê ya Cenga Heftanînê û pêşengtiya jinê derxist pêş û got: “Ev seknekî ya ku di vê dîrokê de ji bo me mîrate hatiye hiştin.

Em vê pêşengtiya berxwedanê ji bo Rêbertiya xwe, gel û şehîdên xwe dikin. Mîsyona pêşengtiyê ya ku Rêber Apo dayî jinê ji bo vegotin û nivîsîna wê ne defter û ne jî qelem têrê dike. Ji bo vê ji bo bûna layîqî rol û mîsyona ji bo me jinan hatiye dayîn, pêkanîna wê ye. Di xuliqandina şêwaz û taktîkên nû de pêşengtiya hevrêyên me yên jin didomîne. Rêbertî ji bo jinê çiqasî ked dabe, jin jî bi bo azadiya Rêbertiyê hê zêdetir ked dide. Ji bo wê em jin rola xwe ya li Heftanînê dilîzin.

Vegotina berxwedana jinan a Cenga Heftanînê ne pir hesan e. Em di nava vê berxwedanê de dijîn. Divê her jin û her mirov vê bijî û bibîne. Em kelecan, coş û berxwedan hevrêyên xwe yên jin ên li gel xwe dibînin. Her ku em vê dibînin moral û motîvasyona me zêdetir dibe, berxwedan û têkoşîn hê zêdetir mezin dibe. Hevrê Esmer, Zeryan, Zelal, Warşîn ên me nîşa me da bê ka wê berxwedan çawa bê kirin. Em gerîlayên YJA Starê şopdarên şehîdên xwe bin.”