Gerîlaya MLKP’ê Sarîn Awaz li Zapê şehîd bû

MLKP-Kurdistan ragihand ku Sarîn Awaz a bi navê Şevîn Sogut 17’ê Tebaxê li Zapê şehîd bûye.

MLKP-Kurdistan bi daxuyaniyekê ragihand ku Şevîn Sogut a bi nasnav Sarîn Awaz li Zapê şehîd bûye.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku Sarîn Awaz di sala 1992’an de li Amedê hatiye dinê û Nîsana 2016’an jî tevî partiyê bûye.

MLKP- Kurdistan di daxuyaniyê de ev tişt got: “Hevrêya me Sarin Awaz (Şevîn Sogut) a li Şengalê li eniyên herî pêş şer kir, dema 17’ê Tebaxê li gel gerîlayên YJA Starê di çeperên şer de bû, di encama topbaran û bomberdûmana balafirên şer de şehîd ketiye. Di serî de sersaxiyê ji malbata şehîd û hemû gelê Kurdistan û şoreşger re dixwazin.”