Gerîla TV dîmenê çalakiya Qela Bêdewê ya li dagirkeran da parve kir

Gerîla TV dîmenê çalakiya gerîlayan 25’ê Nîsanê ya Qela Bêdewê ya Herêma Zapê li hêzên dagirker ên Tirk hate dayîn, parve kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê ev agahî parve kir: “25’ê Nîsana 2021’ê di saet 17:20’an de dagirkerên  li Qela Bêdewê ji aliyê  hêzên me ve hat hedefgirtin.

Di wê çalakiyê de herî kêm  2 dagirker hat cezakirin û  2 dagirker jî birîndar bû.”

 

Heman rojê hêzên YJA Starê saet 12:10’ê li dijî dagirkerên li devera Qela Bêdewê bi cih bûbûn, 2 çalakiyên sekvaniyê kiribûn 2 dagirker hatibûn kuştin.

Êrîşa sêyemîn jî saet 18:00’an li heman qadê bi sekvaniyê hate kirin û 2 dagirker din jî hatibûn kuştin.

Dîmenên çalakiyê ev e: