Gerîla TV dîmenê derba li helîkoptera Skorsky hate xistin weşand

Gerîla TV dîmenê çalakiya 28'ê Kanûna 2017'an a li Çelê weşand. Di dîmen de tê dîtin ku derb li helîkoptera bi tîpa Skorsky dikeve.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyê ev agahî dabû:

"28'ê Kanûnê, saet 09:20'î hêzên me bi derbên xurt li leşkerên dijmin ên li Çelê ya Colemêrgê li ser girê Şehîd Cûdî yê li herêma Petrutê bûn, xistin. Di çalakiyê de çepera hêzên dijmin bi temamî hate rûxandin û bi qasî ku hate tespitkirin 3 leşkerên dijmin mirin.

Saet 10:20'î helîkoptereke bi tîpa Skorsky û komek ji leşkerên dijmin ên dagirker xwestin leşkerên xwe yên mirî û birîndar ên li ser girê Şehîd Cûdî rakin. Hêzên me li van jî dan.

Hejmara leşkerên di vê çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehate zelalkirin."