Gerîla TV dîmenê çalakiya ku 8 dagirker hatin cezakirin, weşand

Gerîla TV dîmenê çalakiyeke sabotajê weşand ku li dijî wesayita leşkerî ya bi tîpa Kîrpî hate kirin û di encamê de 8 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser vê çalakiya ku sala 2021'ê di 6'ê Tebaxê de hate kirin ev agahî parve kiribû:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Geverê;

6'ê Tebaxê saet di 10:30’an de 2 wesayitên leşkerî yên dagirkeran ên ji navçeya Şemzînanê diçûn qereqola Gemanê hatin kontrolkirin. Yek ji van wesayitan, wesayita leşkerî ya bi tîpa Kîrpî bi rêbaza sabotajê hate teqandin. Di vê çalakiya serketî de 8 dagirker hatin cezakirin.

Ev çalakî ji bo silavkirina Pêngava 15'ê Tebaxê ya dîrokî hate lidarxistin."