Gerîla TV dîmenê çalakiya li Îdirê weşand ku 15 leşker hatibûn kuştin

Gerîla TV dîmenê çalakiya 26'ê Mijdarê ya gerîlayên HPG'ê weşand, ku li Îdirê li dijî wesayiteke zirxî ya artêşa Tirk hatibû kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyê ev daxuyanî dabû:

"Hêzên me di çarçoveya Pêngava Serketina Şoreşgerî de ya li Eyaleta Serhedê, roja 26'ê Mijdarê saet 2'an li navçeya Başan a Îdirê li dijî wesayiteke zirxî ya bi tîpa Kîrpî ya artêşa TC a dagirker ku ji Qereqola Axurî diçû navenda navçeyê çalakiyek pêk anîn. Hêzên me ji cihekî nêz ve li wesayita zirxî reşandin û çûn heta ser wesayitê. Hêzên me wesayit şewitandin û bi temamî îmha kirin. Di vê çalakiyê de bi qasî ku bi çavan hate dîtin, 15 leşkerên dijmin hatin kuştin. Qereqolên li derdorê piştî çalakiyê hewl dan dest li herêmê werdin, lê hêzên me derbên giran li wan jî dan. Artêşa TC a dagirker heta saet 7'ê sibehê nekarî enqaza wesayitê û cenazeyên leşkeran ji herêmê rake. Ev çalakî ji bo silavkirina sala 41'ê ya PKK'ê hatiye lidarxistin."