Gerîla TV dîmena çalakiyê da-NÛ BÛ

Gerîla TV dîmena çalakiya 5'ê Tîrmehê ya li Metîna weşand. Di çalakiyê de 4 dagirker hatibûn cezakirin û 1 mewzî hatibû rûxandin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:


Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê de;


5'ê Tîrmehê saet17:00'an  li herêma Metîna, li dijî dagirkerên li Girê Koordîne çalakiyeka ketina nav dijmin çêbûye. Di vê çalakiyê de pêşî derb li leşkerên li cem 4 mewziyê hatiye xistin, bi kêmanî 4 dagirker hatine cezakirin. Piştre mewziyeke dî jî bûye hedef û derb lê hatiye xistin. Li cebilxaneya dagirkeran li ser gir teqîn çêbûye. Piştî çalakiyê saete 21:00'an dagirkeran kuştiyên xwe bi helîkoptêran rakirine.

Piştî çalakiyê saet di navbeyna 22.30-23:00'an dagirkeran xwestine ku bi helîkoptêrên Skorskyê windahiyên xwe rakin. Hêzên me derb li helîkoptêran dane û bêgav mane ku ji qadê vekişin.