Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Gerîla nahêle ku artêşa Tirk xwe li herêma Bradostê bilivîne

Gerîlayên HPG û YJA Starê li herêma Bradostê 2 çalakiyên din kirin. Tê gotin ku di encama çalakiyan de gelek ji leşkerên Tirk mirine.

Çalakiyên gerîla yên li dijî artêşa Tirk a dagirker ku hewl dide herêma Bradostê dagir bike didomin. Li gorî agahiyên ji herêmê hatien girtin, gerîla duh bi şev li dijî leşkerên Tirk du çalakî kirin.

Hêzên gerîla bi çekên giran li artêşa Tirk a dagirker xist ku li qada Kevotê ya Lêlîkanê bi cih bûbû. Wekî din li Lêlîkanê çalakiyeke din a sabotajê kirin.

Tê gotin ku di encama her du çalakiyan de gelek leşkerên Tirk mirine.

Piştî çalakiya gerîla, balafirên şer ên Tirk bombe li herêmê barandin. Balafirên keşfê jî li ser herêmê digerin.