Gerîla li gelek navendan derbên xurt li artêşa Tirk da

Gerîlayên HPG’ê li Şemzînan, Çelê, Kerboran, Barzan û Semsûr li dijî leşkerên Tirk çalakiyên xurt lidar xistin. Di van çalakiyan de herî kêm 6 leşker hatin kuştin, santraleke leşkerî jî hatiye rûxandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di çarçoveya ‘Pêngavên Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî’ de li Colemêrg û Başûrê Kurdistanê çalakî kirine. Di çalakiyên 6-7’ê Hezîranê ya li sê nuqteyên cuda de, 6 leşker hatine kuştin.

LI COLEMÊRG Û BARZAN ÇALAKIYÊN GERÎLA

Agahiyên têkildarî çalakiyên li Colemêrg û Barzan wiha ne:

“Hêzên Me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de li dijî hêzên dagirker çalakiyên xurt didomînin. Di vê çarçoveyê de 6’ê Hezîranê hêzên me di saet 16:00’an de li dijî leşkerên li devera Maata ya li devera Govendê ya girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiya bi awayek xurt li çeperên dijmin hate xistin de bi qasî hate zelalkirin leşkerek hate kuştin, leşkerek jî birîndar bûye.

Hêzên me 6’ê Hezîranê saet 18:00’an, li dijî leşkerên li Girê Merganiş a girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiya li çeper û kozikên dijmin hate xistin de, di vê çalakiyê de bi qasî hate zelalkirin 4 leşker hatin kuştin.

7’ê Hezîranê saet 06:30’an, hêzên me li dijî leşkerên li Girê Bayrak ê girêdayî herêma Bradost a Başûrê Kurdistanê çalakiyeke ya sekvaniyê liar xistiye. Di vê çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin.

LI KERBORANÊ LI DIJÎ QEREQOLÊ ÇALAKÎ

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgeîr ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de 5’ê Hezîranê saet 20:30’î li dijî leşkerên li qereqolekê ya artêşa Tirk a li gundê Xelîla ya girêdayî navçeya Kerboran a Mêrdînê çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiyê de avahî û çeperên li qereqolê hatin hedefkirin û bi xurtî hatin lêdan. Di vê çalakiyê de têkildarî hejmara kuştî û birîndarên leşkeran agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk li herêmê dest bi operasyonê kiribûn, ev operasyon heman rojê bê ku encamekê bigire vekişiya.

LI SEMSÛR SANTRALA LEŞKERÎ HATE RÛXANDIN

Hêzên me 30’ê Gulanê saet 20:00’an li dijî santraleke ya leşkerî ya li nêzî Gundê Kirova ya devera Osman Sabrî ya Semsûr çalakiyeke sabotajê lidar xistin. Di vê çalakiyê de stral bi temamî hate rûxandin.”