Gerîla li Bradostê lê da: 2 leşker mirin, 5 jî birîndar bûn.
Gerîlayên HPG'ê li herêma Bradostê ya Başûrê Kurdistanê li leşkerên Tirk dan. Di çalakiyê de 2 leşkerên Tirk hatin kuştin, 5 leşker jî birîndar bûn.
Gerîlayên HPG'ê li herêma Bradostê ya Başûrê Kurdistanê li leşkerên Tirk dan. Di çalakiyê de 2 leşkerên Tirk hatin kuştin, 5 leşker jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên ku nûçegihanên me yên li herêmê ji çavkaniyên herêmî girtin, teqemeniya li cihekî navbera qadên Kevortê û Şepanê yên herêma Bradostê hatibû bicihkirin, dema ku leşkerên Tirk jê derbas dibûn teqiya.
Di encama teqînê de 2 leşkerên Tirk mirin û 5 cerdevan û leşkerên Tirk jî birîndar bûn.
Tê gotin, leşkerên Tirk ji ber şert û mercên hewayê nikare termên leşkerên xwe û birîndarên xwe ji herêmê rake.