Gerîla li Avaşînê derb li dagirkeran xist

Gerîlayên HPG û YJA Starê li qada Girê Sor a Avaşînê, li dijî dagirkerên ku hewl didan li derdora tunelên şer bi cih bibin çalakiyek kirin. Dagirkerên ku derb xwarin, neçar man ku bi qedemeyekê xwe vekişînin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê wiha ye:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê;

20'ê Tîrmehê saet di 11:00 de li qada Girê Sor li dijî komek ji dagirkeran ên hewl didan li derdora tunelên şer bi cih bibin, hêzên me çalakiyek kir. Dagirkerên ku derb xwarin, neçar man ku bi qedemeyekê xwe vekişînin.

20'ê Tîrmehê saet di 02:00 de artêşa Tirk a dagirker bi teqemeniyan û gazên jehrî êriş birin ser tunelên şer ên li qada Werxelê. Heman rojê saet di 11:40'î de li qada Girê Sor tunelên şer bi balafirên şer hatin bombekirin.

20'ê Tîrmehê saet di navbera 21:30-00:30'î de li herêma Avaşînê helîkopter li ser qadên Mervanos, Banista, Tabûra Ereban, Girê Spî û Girê Silêman geriyan, qadên Stûna, Gundê Dirê, qada Basya, derdora Werxelê bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.

20'ê Tîrmehê saet di navbera 20:00-22:30'î de qada Şehîd Şahîn a li herêma Zapê ji qereqolên li ser sînor bi obusan hatin bombekirin.

Ji ber van êrişan tiştek bi hêzên me nehatiye."