Gerîla li Amed, Heftanîn, Avaşîn û Zapê lê da

Gerîlayên HPG û YJA Starê, li Amed, Heftanîn, Avaşîn û Zapê çalakî li dar xistin. Derb li helîkoptereke êrişê, mobesseyekê û çeperekê hate xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye:

"28'ê Cotmehê saet di 22:30'î de li navçeya Pasûrê ya Amedê hêzên me li dijî qereqola Mîlîkayê çalakiyeke koordîneyî kirin. Di encama vê çalakiyê de derbên xurt li nîzamiye û kûleyeke li qereqolê hate xistin. Hejmara dagirkerên ku di encama çalakiyê de windahî dan, nehate zelalkirin.

Ev çalakî ji bo bîranîna hevrêyên me yên li Amedê şehîd bûn hate lidarxistin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Heftanînê;

30'ê Cotmehê saet di 11:50'î de hêzên me yên YJA Starê li Girê Koordîneyê yê li qada Pîrbilayê bi çekên giran li dagirkeran dan.

Ev çalakî di çarçoveya 'Pêngava Dema Parastina Civak û Jin a Azad a li dijî Qirkirina Jinê ye" ya KJK'ê hate lidarxistin. Di encama çalakiyê de bi serketî li hedefên hatin diyarkirin hate xistin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;

30'ê Cotmehê saet di 08:30'î li qada Mervanosê ya Avaşînê û li qada Mûnzûrê ya herêma Zapê li dijî hêzên dagirker 2 çalakî hatin lidarxfistin. Di encama vê çalakiyê de derb li sîstemeke kamera ya mobesse û çepereke dagirkeran hate xistin.

31'ê Cotmehê saet di 12:40'î de li qada Cîloyê Biçûk ê herêma Zapê 2 tîmên me bi rengekî koordîneyî li dagirkeran xistin. Di encama vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.

31'ê Cotmehê saet di 11:00 de li Kela Bedewê ya herêma Zapê hêzên me ji 2 baskan ve bi çekên giran li dagirkeran xistin. Di vê çalakiyê de hedefên hatin diyarkirin bi rengekî serketî li wan hate xistin.

31'ê Cotmehê saet di navbera 20:00-20:20 de li herêma Zapê, hêzên me li helîkoptereke êrişê xistin ku dixwest bombeyan li qada Tîpa T bibarîne. Di encamê de helîkopterên êrişê yên dagirkeran neçar man ji herêmê biçin.

30'ê Cotmehê saet di navbera 19:00-21:30'î de li herêma Avaşînê, artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran û teqemeniyên bombe li qada berxwedanê ya Werxelê barandin.

31'ê Cotmehê saet di navbera 20:10-20:40'î de li herêma Avaşînê helîkopter li qada Tabûra Ereban geriyan."