Gerîla li Şeladizê li baregeha Tirk xist, vaye dîmenê çalakiyê

Fermandariya Yekîneya Tolihildanê ya Şehîd Bedran Gundikremo ragihand ku li bajarê Şeladizê yê Başûrê Kurdistanê li baregeha Sîrê ya Tirk xistine û di encamê de 3 leşkerên Tirk hatine kuştin, du tank jî hatine îmhakirin.

Fermandariya Yekîneya Tolhildanê bi daxuyaniyekê ev agahî da: "27'ê Nîsana 2021'ê saet di 12:00 de li bajarê Şeladizê yê Başûrê Kurdistanê me li baregeha Sîrê ya dewleta Tirk a kujerê gelê me û namerd xistin."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di vê çalakiyê de ku bi du fuzeyan li ser hev hate kirin, 2 tankên artêşa Tirk hatin îmakirin, 3 leşkerên Tirk ên dagirker ên di tankan de hatin kuştin, 5 leşkerên li dora tankan jî birîndar bûn. Dewleta Tirk bi derewan ragihand ku leşkerekî wan miriye û 2 jî birîndar bûye."

Fermandariyê got, "Ev çalakiya me di salvegera şehadeta fermandarê me yê mezin Şehîd Bedran Gundikremo de ji bo bîranîna wî hate lidarxistin."