'Gerîla her roj derbê li artêşa Tirk dixe'

Gerîlayên HPG'ê Delîl Amed û Şaho Qendîl ên tevlî Operasyona Şoreşgerî ya Zapê bûn, diyar kirin ku artêşa Tirk her roj derbê ji gerîla dixwe û gotin, heta ku leşkerên dijmin ji Kurdistanê bêne derxistin wê li ber xwe bidin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li qada Ertûşê ya herêma Zapê meha Kanûnê li dijî leşkerên Tirk ên dagirker operasyoneke şoreşgerî hate lidarxistin.

Li dijî êrişa artêşa Tirk a 23'ê Nîsanê, bi taybetî li qadên Cîlo yê Biçûk bi pêşengiya şehîd Bawer Deyndar û şehîd Ronahî Xelîl berxwedaneke destanî pêk hatibû ku bi rojan dewam kiribû.

Gerîla ji bo tola hevrêyên xwe yên şehîd bûne hilînin ketin nava liv û tevgerê û rojên cuda yên meha Kanûnê li qada Cîlo yê Biçûk gelek çalakî kirin.

Ji gerîlayên ku tevlî van çalakiyan bûn Delîl Amed û Şaho Qendîl têkildarî vê berxwedanê agahî dan ANF'ê.

Gerîlayê HPG'ê Şaho Qendîl anî ziman ku di vê pêvajoyê de ya diyarker baweriya gerîla bû û got, "Li qada Cîlo yê Biçûk çalakî hatin lidarxistin. Ez jî tevlî van çalakiyan bûm. Li gel teknîka dijmin, gerîla bi taktîkên nû derb li leşkeran xistin û heval hemû bi rengekî serketî li wargehên xwe vegeriyan. Di destê artêşa Tirkd e dibe ku teknîkeke xurt hebe, lê belê mesele ne ev e. Dibe ku hin dewletan bi rêya vê yekê karibe bitirsîne, lê belê gerîla yek bi tenê jî bimîne wê li hemberî wan û teknîka wan şer bike. Ew jî bi vê rastiyê zanin.

Dibêjin ku wan 'gerîla qedandine'; gelo yên li her sê eyaletan bi mehan li dijî dijmin şer kirin kî bûn? Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe li ber xwe bidin û leşkerên dijmin ji vê xakê derxînin. Mesele kuştina leşkeran nîne, di vir de ya girîng bawerî û îradeya gerîla ye. Ji hevalên ku bi vê baweriyê li ber xwe didin re serketinê dixwazim."

'EM Ê NEHÊLIN KU BI REHETÎ JÎ VEKIŞIN'

Ji gerîlayên HPG'ê Delîl Amed qala berfirehiya çalakiya 5'ê Kanûnê ya li Cîlo yê Biçûk kir: "Li dijî leşkerên li Cîloyê Biçûk ji du baskan ve me çalakî kir. Di dema keşfê de ya ku bala me kişand ew bû ku leşkeran pişta xwe bi teknîka NATO'yê û sîstema mobesseyê germ kiribûn. Her roj drone û balafirên keşfê ji bo şopandinê li ser girekî digerin. Heta ku leşkerên Tirk li wir bin em ê jî çalakiyan bikin.

Me çalakiya xwe li hemberî vê teknîka dewleta Tirk pêk anî. Di vir de me li du çeperên leşkerên Tirk xist û piştre jî bi rengekî serketî li wargehên xwe vegeriyan.

Artêşa Tirk her roj li van qadan derbê dixwe û windahiyan dide. Lê belê di çapemeniyê de li ser windahiyên xwe qet agahiyê nade raya giştî.

Piştî çalakiyan bombardûmaneke welê giran dikin, tu dibêjî qey artêşeke mezin a gerîla derketiye hemberî wan. Halbûkî yên ku van çalakiyan dikin 3-4 gerîla ne.

Li vê derê bi eşkere tê dîtin ku leşker di nava tirs û panîkê de ne. Armanca me ya ji niha û pê ve ew e ku nehêlin leşkerên Tirk bi hêsanî vekişin. Em ê sala bê bikin sala serketinê."