Gerîla derbên giran li leşkerên Tirk dan

Hêzên gerîla, li dijî artêşa Tirk a li Amedê derket operasyonê çalakî pêk anîn. Di çalakiyê de 4 leşker û kontrayek hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser çalakiyên gerîla yên li Amed, Besta, Sêrt û Çelê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:

AMED

"Artêşa TC, di êvara 10'ê Gulanê de artêşa Tirk li qada Şehîd Êrîş a Amedê dest bi operasyonê kir. Roja 11'ê Gulanê saet di 04:00 de, bi piştgiriya helîkopterên bi tîpa Kobra û balafirên keşfê yên bê mirov, leşker li mintiqeyên Serê Spî, Oberka, Şîn, Kozmê, Zengok, Tarkûş û Şehîd Baran hatin danîn. Heman rojê saet di 11:30 de, hêzên me yên YJA Starê li dijî leşkerên li ser girekî li qada Şehîd Baran çalakiyeke sabotajê lidar xistin. Di encama çalakiyê de 4 leşker û kontrayek mirin. Ev çalakî ji bo bîranîna hevalên me yên li Amedê şehîd bûn hate kirin. Roja 12'ê Gulanê, artêşa TC operasyona xwe berfireh kir û berê xwe da heta quntarên Andokê. Wê rojê helîkopterên bi tîpa Kobra jî li girê 15'ê Tebaxê xistin. Di dema operasyonê de artêşa Tirk heywanên gundiyên Karahamzayê kuştin. Operasyon di şeva 13'ê Gulanê de qediya.

BESTA

9'ê Gulanê saet di 21:00 de, artêşa Tirk li herêma Besta ya Şirnexê dest bi operasyonê kir. Leşker li derdora girê Herekol, girê Pîro, deşta Kaniya cennetê, mintiqeyên Xirbikê Bestê û Dola Sar bi cih bûn. 10'ê Gulanê saet di 06:30 de, hêzên me bi çekên ferdî li qereola Osyanê xistin. Hêzên me di heman rojê de li leşkerên li derdora Xirbikê Bestê bi cih bûbûn, xistin. Nehat zelalkirin ku di van herdu çalakiyan de çiqas ji leşkeran mirin e, çiqas birîndar bûne. Artêşa TC duh bi şev bi helîkoterên bi tîpa Skorsky mirî û birîndarên xwe ji herêmê rakir. Roja 12'ê Gulanê, li herêma Şehîd Resûl, di navbera hêzên me û leşkeran de şer derket û vî şerî heta 13'ê Gulanê dewam kir. Agahiyên li ser operasyonê û şer, her ku bi dest ketin wê bi raya giştî re bên parvekirin.

SÊRT

15'ê Gulanê, li navçeya Berwarî ya Sêrtê, hêzên me bi yekîneya veşartî ya artêşa TC a li derdora Çemê Karê bi cih bûbû hesiyan. Danê êvarê dor li vê yekîneyê girtin û lê dan. Eşkere nebû bê çiqas leşker mirin û birîndar bûn.

ÇELÊ

Roja 14'ê Gulanê saet di 14:00 de, hêzên me yên YJA Starê, li dijî leşkerên li girê Koordîne yê li navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyeke sûîqestê kirin. Di çalakiyê de leşkerek hate kuştin."