Gerîla Botan: Li hemû çeperan li dijî êrîşên dijmin amade ne

Gerîlayê HPG’ê Canşêr Botan diyar kir ku gerîla bi berxwedaneke mezin li dijî êrîşên dagirkeriyê ya Tirk rabûne û got: “Li her çeperê li dijî dijmin amade ne.”

Gerîla li dijî êrîşên dagirkeriyê yên Tirk li ber xwe dide. Her ku desthilata faşîzan a AKP-MHP’ê têk diçe, xaza jehrî bikar tîne.

Gerîlayê HPG’ê Canşêr Botan Pêngavên Pêngava Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê ji ANF’ê re nirxand.

Botan diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên li ser herêmên Avaşîn, Zap û Metîna dixwaze Başûrê Kurdistanê dagir bike û got: “Dijmin dema li dijî Herêma Garê operasyon da destpêkirin, dema xwe li ber berxwedana gerîla ya bi heybet a li Şikefta Siyanê nekarî rabigire û ser neket xaza kîmyewî bikar anî. Heta ku hevrêyên me li Siyanê gihiştin mertebeya şehadetê, bi lehengiyeke mezin şer kirin û gihiştin serketinê.”

‘SÛCÊN ŞER KIRIN’

Botan wiha domand: “Hêzên dijmin ên li gelek deverên Herêmên Avaşîn, Zap û Metîna encam negirtin, sûcên şer kirin û xaza jehrî bikar anî. Heta niha hinek hevrêyên me gelê me bi xaza kîmyewî şehîd bûne. Bi vê yekê dewleta TC’ê destûrên şer ên navneteweyî binpê dike. Em jî bi şêwazê gerîlayê demê û taktîkên nû hemû teknîka dijmin vala derdixin.”

Gerîlayê HPG’ê Canşêr Botan bal kişand ser berxwedana gerîlayan a li dijî opersyonên dagirkeriyê û wiha pêde çû: “ Hevrêyên xwe yên li Avaşîn, Metîna û Zapê li ber xwe didin silav dikim. Em ji hevrêyên xwe yên heta niha li hemû çeperan şer berxwedanê dikin û serdikevin morelek mezin digirin. Hevrêyên me yên li çeperên şer ên dijwar, bi ruhê gerîlayên serketinê tektîkên dema nû xistine meryetê. Heta niha dijmin nekariye bikeve şikeftên me. Dîsa hemû danîna leşkeran ya ji bo ketina şikeftan bi terz û tektîka nû li wan hatiye dayîn û têk birine. Berxwedana hevrê Şoreş û 15 hevrêyên me yên li gel bi lehengî şehîd ketin, ji bo me da nîşandan ku bê em ê çawa şer bikin, çawa li ber xwe bidin, çawa dijmin vala derbixin. Hevrêyên me bi ruhê Şoreşan li çeperan şer dikin. Ev ruh wê serketinê bîne. Niha li her çepera lê ne ji bo hemû êrîşên dijmin amade ne.”

‘TI DEMÊ EM RÊ NADIN’

Herî dawî gerîla Botan ev got: “Bi ruhê Şoreşan ji bo pêkanîna gerîlatiya nû û terzê demê amade ne. Em gerîla mîna xelekên zincîrê bi hev ve girêdan e. Serketina me tevan bandor dike. Ruhê berxwedanê ya hevrêyên me yên li çeperan, moral dide me jî. Em ti demê rê nadin ku dijmin bikeve qadên me. Em ê li ser rêya Şehîd Şoreş û hevrêyên din bimeşin. Em ê li pêşiya dijmin bisekinin, rê nadin ku dijmin bikeve qadên me. Li kû dibe bila bibe, hem li vê qadê hem jî li qadên din bi stratejiya nû em ê têkoşînê bikin.”