Gerîla Berçem her dem xwe ji bo şertên herî zehmet amade dikir

Naskirina Berçem Armanc a rastiya azadiyê, dibe sedem ku fêm bike, ji bo azadiyê têkoşîneke mezin pêwîst dike. Ji ber wê xwe her tim ji bo ya herî zor û zehmet re amade dike. Her tim xwe ji bo qadên herî zehmet ê gerîla re pêşniyar dike.

Têkoşîna Rizgariya Kurdistanê bi dehan salan bi dayîna berdêlên mezin heta îroj hatiye. Destkeftiyên ku hatine bidestxistin di serî de bi keda Serokatî û bi qehremaniya bi hezaran şehîdên me hatine bidestxistin. Yek ji wan qehremanan jî Remzîye Omer bi navê xwe yê tevgerê Berçem Armanc e. 

Remzîye Omer di sala 1976’an de li Rojavayê Kurdistanê li Dirbesiyê ji dayik dibe. Di nav malbatek welatparêz de çavê xwe li dinyayê vedike. Di nav neh xuşk û birayan de zaroka pêncemîn e. Heval Berçem ji ber rewşa malbatê dibistan naxwîne, jiyana xwe bi girani bi alîkariya malbatê re derbas dike. Di salên 1990’î de Remziye êdî dibe jinek ciwan ku lêgerînên wê ya jiyaneke azad dest pê dike.

Di wan salan de Serokatî, têkoşîna azadiyê kûr dike û di berfirehkirina têkoşînê de kedên mezin dide. Remziye jî di vê pêvajoyê de mezin dibe. Di wan salan de Remzîye jî dikeve bi bandora şehadetên wê demê. Bi taybetî jî şehadeta Heval Roza bandoreke mezin li wê dike û biryardariya xwe ya xwe gihandina azadiye zelaltir dike. Li ser van esasan di sala 1992’an de tevlî têkoşîna azadiyê dibe. Remzîye nave xwe dike Berçem. 

Gerîla Berçem, heya sala 1995’an di qadê de xebatên rêxistinî dide meşandin. Hesreta wê ya jiyîna li çiyayên azad û meşandina têkoşînê bi dawî dibe û di sala 1995’an de berê xwe dide çiyayên azad. 

Naskirina Berçem Armanc a rastiya azadiyê, dibe sedem ku fêm bike, ji bo azadiyê têkoşîneke mezin pêwîst dike. Ji ber wê xwe her tim ji bo ya herî zor û zehmet re amade dike. Her tim xwe ji bo qadên herî zehmet ê gerîla re pêşniyar dike. 

Bakurê Kurdistanê qadeke wisa ye ku rastiya dijmin herî şênber lê tê dîtin û şerekî dijwar lê tê meşandin. Berçem jî ji bo ku li Bakurê Kurdistanê têkoşînê bide meşandin diçe Botanê. Bi dayîna kedeke mezin li Botanê saleke têdikoşe. Botan qadeke wisa ye, warê gerîlatiyê fêrî mirov dike.   Girêdana gerîla Berçem bi azwerî bi çiyayan re çêdibe. Li Botanê mirov tê de rastiya şer, hêza xwe û awayê tevlêbûnê dibîne û xwe li gor van pêş dixe.

Têkoşîna wê ya şoreşgerî di sala 1996’an de berê Berçemê dide Zagrosan. Erdnîgariya Zagrosan a asê dilê mirovan dilerizîne. Bi qasî wê jî xweşikbûn û bi heybetbûna Zagrosan hêz û moral dide gerîla. Berçem li çiyayên Zagrosan têkoşîneke mezin dide. Piştî têkoşîneke zehmet a du salên li Zagrosan di sala 1998’an diçe Xakurkê.

Berçem Armanc xwe li çiyayan dibine, xwe nas dike û fêr dibe ku jineke azad divê çawa be. Jineke Kurd a serhildêr e Berçem. Ti zehmetî wê nabizdîne, ti astengî wê ji têkoşîna wê gav paşde nade avêtin. Berçem peymanek bêdawî bi jiyana azad re çêkiriye jiyana li gorî wê ji xwe re kiriye esas. Di jiyanê de her tim tevlîbûneke wê ya diyarker çêdibe, jixwe jî hinek tiştan tevlî dike û wisa dijî. Her bi hêz dibe xweşik jî dibe Berçem. Dibe rêhevalê ku rêhevalên wê dixwazim her tim wê li gel xwe bibinin.

Di her kêliya ku têkoşina azadiyê dide meşandin û di her warî de her tim meşa li herî pêş ji xwe re dike esas. Piştî têkoşîna 3 salan a li Xakûrkê di sala 2001’î de têkoşîna xwe li Qendîlê dide berdewamkirin. Berçem Armanc tevlîbûneke ji rêzê ti carî qebûl nekiriye û li gor wê jî jiyan kiriye û tevlî bûye. Mîsyona pêşengtiya xwezayî girtiye, li kêleka wê jî berpirsiyartiya jiyanî û leşkerî a rêhevalên xwe girtiye ser milê xwe û fermandartî kiriye. Piştî ku li Behdînan, Xakurkê û li Qendîlê dimîne dîsa berê xwe dide Zagrosan.

Berçem Armanc xwe di xeta azadiya jine de zelal dike û li gor wê têkoşîna xwe dimeşîne. Di destpêkê de bi rêhevalên xwe yê jin re yekbûneke giyanî û fikrî ava dike. Li kêleka wê jî dikeve nav hewildanên bi rêhevalên xwe yê xort re jî rêhevaltiyeke rast ava bike.

Jiyan û şerê wê di nav zor û zehmetiyan de û li hember van zor û zehmetiyan jî her tim di nav têkoşînê de derbas dike. Di nav têkoşîna azadiyêde bi ked, fedekartî, rêhevaltî û bi wêrektiya xwe hatiyê naskirin. Herî dawî di sala 2010’an de li Zagrosan di encama pevçûneke bi dijmin re tevlî nav karwanên şehîdan dibe.