Gerîla: Çalakiyên li herêma Serhedê pêkanîna rêbaza nû ye

Hêzên gerîla bi çalakiyên xwe yên berfireh ên li herêma Serhedê salvegera pêngava 1'ê Hezîranê silav kirin. Em bi gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê der barê mijarê axivîn.

Gerîlayên Hêzên Parastinê yên Kurdistanê bi rêbaz û taktîkên nû derbên giran li artêşa Tirk dixin. Gerîlayên li herêma Serhedê ne di vê mijarê de derdikevin pêş. Me jî xwest nêrîna gerîlayên HPG û YJA Starê ya li ser van çalakiyan werbigirin.

'JI BO SERDEMA NÛ DESTPÊKEKE XWEŞ E'

Ji gerîlayên HPG'ê Mazlûm Rojhilat got, "Bi rastî jî çalakiyeke gelekî serketî bû. Devera ku hevalan çalakî lê pêk anîn, ji bo mirov karibin bi rengekî veşartî lê tevbigerin ne guncaw e. Lewma pêwîstî bi taktîkeke baş heye. Bi rastî jî taktîkeke baş e ku li dijmin bide, piştre li bendê bisekine û li dijminê careke din hatî bide. Hevalên beriya niha li herêma Serhedê bi vê rêbazê çalakî pêk anîn rêbazeke serketî wergirtibûn, lê belê dema ku mirov bala xwe didin ser devera ku çalakî pêk hatiye, Îdir bi rastî jî devereke bi rîsk e. Medya Tirk her çend kuştiyên xwe veşart jî kuştiyê dijmin di ser bîstî re ye, ji ber ku du wesayitên zirxî tên îmhakirin, di hundirê kîrpiyekê de herî kêm 10-15 leşker hene. Wesayitên ku piştre tên qadê jî derb li wan tê xistin. Ev çalakî hem ji bo pêngava serketina şoreşgerî ya serdema nû çalakiyeke pêşeng bû, destpêkek bû, hem jî ji aliyê taktîka leşkerî ve gelekî serketî bû. Pêwîstî bi serweriya li herêmê hebû. Lewma hevalên ku çalakî kirine silav dikim, çalakiyeke gelekî xurt bû û ji bo me moraleke mezin bû."

'RÊBAZ Û TAKTÎKA NÛ BI SER DIKEVE'

Gerîlaya YJA Starê Diljîn Faraşîn jî got, "Di vê pêvajoya têkoşînê de car carna çalakiyên gel, ên dayikan derdikevin pêş, carna jî çalakiyên gerîla. Çalakiya li Îdirê weke berdfewamiya berxwedana greva birçîbûnê û rojiya mirinê ya mezin dikare bê dîtin. Di heman demê de nîşan dide ku gel û gerîla dema bi hev re têdikoşe serketineke çawa diafirînin. Têkbirina êrîşên artêşa Tirk ên bi teknîkê girîng e. Bi vê çalakiyê re me careke din dît ku gerîlayên bi xurtî berê xwe dane serketinê, dikarin her çalakiyê bi ser bixînin. Çalakiyên li Serhedê moral û motîvasyoneke mezin da hêzên me. Nîşan da ku rêbaz û taktîka nû şer bi ser dixîne."

'GELEK WINDAHÎ DAN'

Gerîlayê HPG'ê Kendal Baz jî got, "Bi taktîkeke serketî û afirîner bi ser dijmin ve diçin. Ya rast li herêma Serhedê gerîla li dijî artêşa Tirk operasyonê pêk tîne. Dijmin gelek windahiyan dide."