Gelo Erdogan zêrên xwe dibe Swîsreyê?

Rojnameya BZBasel a li Kantona Baselê ya Swîsreyê weşanê dike ragihand, ku Erdogan 19 ton zêrên xwe yên li DYA derbasî Swîsreyê kiriye.

Rojnameya BZBasel ku li Kantona Baselê ya Swîsreyê tê weşandin, nivîsand ku Serokkomarê Tirk Erdogan 19 ton zêrên Tirkiyeyê yên li Fort Knox a DYA'yê bûn, derbasî Bank for International Settlemets (BIS) kir, ku li bajarê Basel ê Swîsreyê ye.

Di nûçeya rojnameyê de hate destnîşankirin ku ji ber xerabûna têkiliyên navbera Tirkiye û DYA û rîska ferzkirina pêkanînên DYA li ser Tirkiyeyê, Erdogan 19 ton zêr ji DYA derbasî Swîsreyê kiriye.

Rojnameyê bi bîr xist ku di doza Reza Zerrab de Alîkarê Midûrê Giştî yê Halk Bankasi Hakan Atîlla hatiye cezakirin û diyar kir, piştî ku eşkere bû Tirkiyeyê pêkanînên li ser Îranê qels kiriye, Tirkiyeyê biryareke wiha da.

Wezîrê Aboriyê Mehmet Şîmşek beriya niha bi daxuyaniyekê gotibû, ji 490 ton rezervên zêr ên Tirkiyeyê tenê 40 ton li Tirkiyeyê ne.

Lînka nûçeya rojnameyê:

https://www.bzbasel.ch/basel/basel-stadt/brisante-transaktion-erdogan-holt-19-tonnen-gold-von-fort-knox-nach-basel-132584639