Gelê Xakurkê: Yên bêdeng jî hevkarên dagirkeriyê ne

Li Xakurkê ya ku dewleta Tirk dixwaze wê dagir bike, gelên li wir dijîn got ku “Dewleta Tirk hewl dide hemû Kurdistanê dagir bike. Yên bêdeng bimînin jî hevkarên vê dagirkeriyê ne. Em ê dev ji axa xwe bernedin.”

Gundî û koçerên ji eşîra Bradostê yên ku li derdora Çiyayê Şekîfê û Çemê Lolanê ne, diyar kirin ku wan heywanên xwe anîne çêrandinê lê ew di bin xetereyeke mezin de ne.

‘TEKANE SEDEM: DIJMINATIYA KURDAN!’

Ji roja ku operasyona dagirkeriyê hatiye destpêkirin em li Herêmên Parastinê yên Medyayê û li qada Bradostê ne. Me li vê derê guh da gotinên koçerên ji eşîra Bradostê.

Mam Îsa Reşît Derwêş ê ku koçerekî derdora Çemê Lolanê ye got ku “Ev der axa me ye, dewleta Tirk a dagirker dixwaze axa me dagir bike. Jiyana malbat û zarokên me di bin xetereyê ne. Axa me bi balefirên şer tên bomberdûmankirin û pezên me telef dibin. Tekane sedema vê operasyonê dijminatiya li hemberî Kurdan e. Li ku derê Kurdek hebe, dewleta Tirk êrîşî wê derê dike. Kurdistan a me ye, Bradost a me ye û axa me Kurdan e. Em ê tu carî vê dagirkeriyê qebûl nekin. Divê dewleta Tirk vê dagirkeriyê bi dawî bikin û ji axa me derkevin.”

“HÊZÊN LI BAŞÛR JÎ BERPIRSYAR IN’

Jina bi navê Rejîn Îsa ya ku li berpalê Çiyayê Şekîfê bi xwedîkirina heywanan debara xwe dike, wê ji gazin ji parçebûna Kurdan kir û got ku “Her roj balefirên dewleta Tirk, zozanên me bomberdûman dike. Gelek heywanên me telef bûn. Xwezaya me tê dagirkirin. Heke Kurd bibûna yek wê dewleta Tirk nekaribûya êrîşî vê derê bikira. Hêzên li Başûr ên ku bêdeng in jî berpirsên vê dagirkeriyê ne. Em dixwazin gelê Kurd bibin yek. Çi bibe jî em ê dev ji axa xwe bernedin.”

‘HÛN DI ŞER DE NIKARIN PKK’Ê TÊK BIBIN’

Saziyên medyayê yên nêzî PDK’ê îddîa dikirin ku li qada Bradostê û Xakurkê zozan hatine valakirin lê Xinêrê di serî de li Geliyê Şêxzade, Lolan, Sinînê, Komasor, Kelaşîn û Xakurkê gel derketine zozanan û em rastî gelek zoman hatin. Gundiyên li herêmê diyar kirin ku axa wan tê dagirkirin û balê dikşînin ser hevkariya hikumeta Başûr.

Weysî Xidir Reşo ê ji eşîra Bradostê got ku “Îsal em di bin xetereyeke mezin de ne. Dewleta Tirk ax û zozanên me dagir dike. Bi balefiran axa me, bomberdûman dikin. Divê hêzên Tirk ji axa me derkevin. Ez bang li hikumetên Başûr û Iraqê dikim, divê hevkariya xwe ya bi dagirkeriyê bi dawî bikin. Qaşo li dijî PKK’ê şer dikin lê PKK li her derê ye. Nikarin di şer de PKK’ê têk bibin. Li ser bingeha demokrasiyê dikarin bi PKK’ê re gotûbêjan bikin. Ji ber ku PKK mafên gelê Kurd diparêze. Di sala 2000’an de balefirên şer ên Tirk li Qendeqolayê 42 kesên sivîl bi balefiran qetil kir. Di sala 1994’an de mala min bi balefiran bomberdûman kirin dîsa jî me dev ji axa xwe berneda. Di sala 2011’an de dîsa êrîş kirin, pismamê min Celal qetil kirin. Jiyana me di bin xetereyeke mezin de ye. Ji ber vê jî divê hêzên dagirker ji her çar parçeyên Kurdistanê derkevin.”

‘KESÊN BÊDENG JÎ HEVKARÊN DAGIRKERIYÊ NE’

Gundiyên ku em rastî wan hatine, diyar dikin ku bi salan e, êrîşên li ser wan didome. Gundiyên li herêmê diyar dikin ku hêzên Tirk berê jî hewldanên dagirkeriyê kirine lê bi ser neketine û ew ê vê carê jî bi ser nekevin.

Hecî Xidir Reşo yê ku li Geliyê Lolanê em rastî wî hatine diyar dike ku di sala 2004’an de ji ber êrîşa hêzên Tirk 130 mîhên wî telef bûne û got ku “Her sal heman êrîş hene. Dewleta Tirk axa me bomberdûman dike. Ciwanên me tên qetilkirin, axa me tê bomberdûmankirin. Divê hemû Kurd rabin ser pêyan. Axa me tê dagirkirin, lê hêzên navneteweyî li hemberî vî tiştî bêdeng dimînin. Kesên bêdeng jî hevkarên vê dagirkeriye ne. Em ê dev ji axa xwe bernedin.”