Gelê Qendîlê: Dewleta Tirk dixwaze şerê birakujiyê bide destpêkirin

Gelê Qendîlê nerazîbûn nîşanî êrîşên li ser Zînî Wertê da û diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze şerê birakujiyê bide destpêkirin.

Li gundê Bestê yê devera Mardo ya Binarê Qendîlê, komek welatî kom bûn û bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşanê aloziya li Zînî Wertê dan.

Daxuyaniya ku ji aliyê Şêx Mihemed Bestê ve hate xwendin, tê de hate gotin; “Dîrok şahid e ku dijminên Kurdistanê her tim sûd ji nakokiyên navbera hêzên Kurdan wergirtiye.Dijmin ti demê nehiştiye ku Kurd bi azadî û serbixwe bijîn. Ji ser xak û welatê xwe hatine koçberkirin. Ev yek jî bi destê komek noker, xiyanetkar û xwefiroş pêk tê ku xwe wek Kurd bi nav dikin. Ev kom destê dijmin digrin û xaka welatê xwe radestê dijmin dikin.

Di dirêjiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin şandina hêzek zêde ya pêşmerge li gel çekên giran ji bo devera Zînî Wertê tê wateya amadekariyên şerê navxweyî. Devera Zînî Wertê piştî şerê navxwe yek ji deverên herî aram e li Herêma Kurdistanê.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin; “Em daxwaz ji hemû aliyên siyasî, rêxistinên mafê mirov û gelê Kurdistanê dikin rê nedin şerê birakujî pêk were. Plana dewleta Tirk a dagirker ev e ku Qendîlê dagir bike. Em xelkê Binarê Qendîlê bi ti şêweyek dagirkeriyê qebûl nakin û em ê xaka xwe biparêzin.”