Gelê Mexmûrê: Heta ku dijmin têk biçe, em ê têkoşîna xwe bidomînin

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) êrîşa dewleta Tirk a dagirker ku li ser kampê şermezar kir

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji ber êrîşa dewleta Tirk a dagirker daketin qadan. Şêniyên wargehê dan zanîn wan zilm û zora dewleta Tirk qebûl nekirin û ji ber wê penaber bûne, ji bona wê heta serkeftinê li berxwe bidin û gav bi şûnde neavêjin.

Şêniyên wargehê li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan kom bû, ji wir heta benda kontrolê ya leşkerên Iraqê ya Navçeya Mexmûrê meşiyan. Di meşê de bê navber bi dirûşmên ‘Bimire xiyanet’, ‘Bê Serok jiyan nabe’ û ‘Bijî berxwedan Mexmûrê’ qîr kirin.

Li ber benda kontrolê  piştî deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê tevahî Şehîdê Azadiya Kurdistanê daxuyaniyaniyek hat dayîn. Piştre Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê Hecî Kaçan daxuyanî da.

Kaçan di destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser bêdengiya Neteweyên Yekbûyî, Hikûmeta Navendî ya Iraqê û hevkariya  PDK’ê ya li gel dewleta Tirk. Kaçan êrîşa dewleta Tirk a li Mexmûrê şermezar kir.

Kaçan got: “Di 28 salên penabertiyê de dewleta Tirk, hevkarê wan Kurdê xiyanetkar PDK û bi piştgiriya hêzên NATO’yê bi dehan car êrîşî gelê me yê azadîxwaz kirine. Ji ber polîtîkaya dewleta Tirk ya îmha û înkarkirinê, em neçar man ku terka axa bav û kalên xwe bikin. Ji roja destpêkê heta niha wek dayîk û bavên şehîdan û şopdarên Rêber Apo, ti caran gav şûnde neavêtiye û em ê ti caran gav şûnde neavêjin. Heta em dijmin têk nebin, wê berxwedana me heta serkeftinê bidome.”

Piştî daxuyaniyê şandeyek li ser navê gelê wargehê bi hêzên leşkerî yên Iraqê re rûniştin. Di hevdîtinê de şandeya Mexmûrê ji berpirsên artêşa Iraqê xwestin ku li dijî êrişên dewleta Tirk bi erka xwe rabin û bê helwest nemînin.