Gelê Efrînê ji bo azadiya Ocalan meşiyan

Bi hezaran welatiyên Efrinê bi meşekî girseyî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û daxwaza azadiya Ocalan kirin.

Hevserokên Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Hêvî Mûstefa û Osman Şêx Îsa, Endamê Rêveberên sazî û desteyan, Serokê Desteya Parestinê jî di nav de bi hezaran welatiyên Efrînê îro tevlî meşa ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hate lidarxistin bûn. Meşvanan tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan şermezar kirin û bi yek destî hêrsa xwe li dijî dagikirina anîn ziman.

Meşa ku ji aliyê TEV-DEMʹê û Kongreya Star ve hatî organîzekirin û bi dirûşmeya 'Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiya edalet û mirovahiyê ye' ji ber avahiya Asayîşê ya bajarê Efrînê destpê kir. Meşvanên ku gelek ji wan bi cilên xwe yên herêmî daketibûn qadan û bê navber diruşmeyên dilsoziya bi Ocalan re berz kirin û li kolanên bajêr geriyan.

Meşvanan her wiha posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, alên saziyên herêmê û pankartên bi nivîsên 'Tecrîda li ser Rêber APO ji bo têkbirina projeya azadiya rojhilata Navîn e' ,' Bijî berxwedana Îmralî' , 'Ocalan misogeriya çareserkirina aloziya Rojhilata Navîn e', 'Jinan meşa azadiya Ocalan birêve biriye' ,'Hûn ji parasitna mafê malbatê li kû ne' û 'Efrîn wê heta Azadiya Rêber APO li ber xwe bide' vekirin.

Meş li gelek kolanên bajar geriya û di meşê de def û zirne jî hate xistin. Dayikan jî bi tilîliyên xwe reng da meşa ji bo azadiya Ocalan.

Mevşanan heta Nexweşxaneya Dêrsim meşiya. Li vir ji bo cangoriyê azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û piştre Hevseroka Meclîsa Feraliya Demokratîk a Foza Yûsif axivî û meş li Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan pîroz kir û soza şopandina rêya şehîdan da.

Yûsif di berdewama axaftina xwe de got ku wê sîstema fedralî dawî li sîstemema navendî ya yek partiyê bîne û wiha got: ʺÊdî yek ziman, yek partî û namîne. Dema bê wê hilbijartin çarenûsa herêmê diyar bike. Divê di vê demê de hemû kes berpirsyariyê pêk bînin.ʺ

Piştre Endama Rêveber a Kongreya Star Hêvîn Reşîd axivî û tecrîda ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatiye ferizkirirn şermezar kir û got ku fikr, felsefe û siyaseta Ocalan ya li dijî nijatperestiyê em ê tekoşîna xwe heta noqteya dawî ya xwîne xwe bidomînin.

Piştî axaftinan meş bi stranan û dirûşmeyan bi dawî bû.