Gelê Efrînê bersiveke bi heybet da dewleta Tirk!

Şêniyên Efrînê li dijî gefên dewleta Tirk meşiyan û gotin, "Wê nikaribin vîna me bişikînin."

Bi deh hezaran Efrînî li dijî hewldan û gefên dewleta Tirk ên ji bo dagirkeriyê meşiyan. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPG û YPJ'ê û pankartên bi nivîsa "Azadiya Rêber Apo azadiya Kurdistanê ye", "Hêzên Parastina Civakî destwerdana Erdogan ê faşîst qebûl nakin", "Efrîn ti carî serî natewîne", "Azadî ji Rêber Apo re, statu ji Kurdistanê re" û "Em ê dest ji axa Efrînê bernedin" hatin hildan.

Tevî barana dijwar jî bi deh hezaran kes li Xaçerêya Newrozê li hev civiyan û ji vir ber bi kolana El Vîlatê dest bi meşê kir. Di meşê de dirûşmên "Topên we nikarin me bitirsînin", "Em ê dest ji axa xwe bernedin", "Bijî berxwedana YPG'ê", "Bijî biratiya gelan", "Gelê Efrînê yek e" hatin qîrîn.

'DEREWÊN WAN EŞKERE BÛN'

Piştî meşê li kolana El Vîlatê mîtîngek hate lidarxistin û li vir axaftin hatin kirin.

Hevseroka Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê Hêvî Mistefa peyivî û got, "Artêşa Tirk a dagirker ji bo tirsê bixe nava dilê welatiyan êrîşî Efrînê dike û dibêje ku gelê Efrînê cih û warên xwe diterikîne. Kombûna me ya li vir derewên dewleta Tirk eşkere dike."

'ÊRÎŞ BIKIN, WÊ HEMAN TIŞT BÊ SERÊ WAN'

Ji fermandarên YPG'ê Ebdo Îbrahîm jî got, "Gelê Efrînê bi berxwedana xwe tê naskirin. Yên bi vê bawer nakin, bila li dîrokê vegerin û lê binerin. Hêza ku DAÎŞ têk bir, hêz û vîna me nîşan dide. Eger Tirkiye jî êrîşî Efrînê bike wê heman tişt bê serê wê jî. Efrîn xeta me ya sor e û kes nikare jê derbas bibe. Gelê warê zeytûnê berxwedêr e û axa xwe naterikîne."

Ji rûspiyên Eşîra El Bobenayê Şerîf Cemo jî got, "Bi vê kombûna xwe re em nîşanî tevahiya cîhanê didin ku xwedî îradeyeke berxwedêr û azad in. Em ji tevahiya cîhanê re dibêjin; hemû pêkhateyên Efrînê yek e û di navbera me de ti cudahî nîne. Em hemû gelê vê herêmê ne û em ê destekê bidin zarokên xwe yên li eniya berxwedanê."