Gelê Başûr li dijî dagirkeriyê bi hêrs e

Gerîla li dijî hewldana dagirkeriyê ya artêşa Tirk a li Xakurkê bi xurtî li ber xwe didin. Gelê Başûrê Kurdistanê jî li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û li dijî nokeran bi hêrs e.

Eva 5 roj derbas bûn ku artêşa Tirk a dagirker 27'ê Gulanê 2019'an êrîşên dagirker bi ser Xakurkê de tîne. Heta niha HPG-YJA Starê ti daxuyaniyek ku windahiyên wan hene, nedaye. Nêzî du sal in, hewl tê dayin ku Xakurkê were dagirkirin. Herêma dawî ya tevgera dagirkirinê ku hatî ragihandin, bi ser girekî bilind de bû ku gelê herêmê jê re ''Şekîf'' dibêje. Piştî ku hêzên dagirker tevgeriyan gerîlayên HPG-YJA Starê hema hema li her deverê çalakiyên karîger kirin. Li qadên Şehîd Derwêş, Şehîd Şahan, Şehîd Botan, Arê, Lêlikanê şer çêbû. Artêşa Tirk a ku çûyî nêçîrê bû nêçîr. Bi çalakiyên mîna sabotaj, suîkastê, bi ser de girtinê yên bi tîmên gerîla yên biçûk, bi dehan leşkerên dagirker hatin kuştin.

Li gorî agahiyên ku me ji cih girtine herî dawî di çalakiyê de ya bi çekên giran û sivil a bi ser Girê Şehîd Derwêş de kozikên doçka û biksiyan bi temamî hatin rûxandin, gelek leşker hatin kuştin û birîndar bûn. Artêşa Tirk a dagirker ku ev 2 sal in li bara berxwedana karîger nikare bi pêş ve biçe, bi têkçûna faşîzma AKP-MHP'ê ya bi hilbijartina xwecih a 31'ê Adarê de, rojeva Tirkiyeyê bi şer mijûl dike û hewl dide ku bi rengekî ji hilbijartinê dûr bixe. Lê ji ber derbên ku ji gerîla dixwin, tam xitimiye û nema dikare xwe tev bilivîne.

Li gorî agahiyên ku me ji cih girtine, artêşa dagirker ku ji bilî bombekirina ji hewayê û ji giran ve nikare tiştekî din bike, çareya dawî xwe spartiya pêşmergeyên PDK'ê. Hin hêzên noker ku bawerî bi helwesta PKK'ê ya 'em ê destûrê nedin birakujiyê' tîne, herêma Tengava Berbizinê û Girê Hacer a ku li ser xeta Xakurkê- Xinêrê cihekî stratekîk e, ji bo 'destek'a li artêşa Tirk dixwaze bigire. Konwoyeke ku ji 30 wesayitên zirxî û kar pêk tê, li benda fersendê ye. Lê fermandarên gerîla ku têkilî mijarê em bi wan re axivîn, got, 'Çi hêz dibe bila bibe, li ser navê çi tê bila were e mê ti caran destûrê nedin', biryardariya xwe diyar kirin.

Li gorî çavdêriyên me, hewldaneke dagirkeriyê ya pêkan a bi ser Tengava Berbizinê, wek ku wê zemînê ji provakasyoneke giran re çêbike. Gelê herêmê jî, herî dawî li gundê Xelîfan piştî ku artêşa dagirker ji 30'î zêdetir sewalên wan bi balafirên şer û êrîşên hewanan hatin kuştin, pir hêrs bûye. Banga li Rêveberiya Herêmî ya Başûrê Kurdistanê kirin ku mafê wan biparêze û li dijî dagirkeriyê rawestİye û her wiha ji bo rawestandina artêşa dagirker bang li rêveberiya NY, DYE, YE û Iraqê kirin ku tevbigeRin û bihistyar bin.